Tecrîd li Pertê hate şermezarkirin
Li bajarê Pert ê Awûstralyayê, di çarçoveya pêngava "Dema azadiyê" de bi balafirê pankarta bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re" hate hildan.
Li bajarê Pert ê Awûstralyayê, di çarçoveya pêngava "Dema azadiyê" de bi balafirê pankarta bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re" hate hildan.
Di çarçoveya kampanya "Dema azadiyê" de çalakî dewam dikin.
Li bajarê Pertê yê Awûstralyayê, bi çalakiyekê işaret bi tecrîdê hate kirin.
Bi organîzeya DKTF û DKTM'ê balafirekê bi pankarta bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re" du saetan li ser herêmên herî qelebalix ên bajêr firiya.
Komîteya amadekar a çalakiyê ragihand ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe wê karê xwe dewam bikin.