RSF: Di sala 2020’an de kêmanî 50 rojnameger hatin kuştin

Li gorî rapora Rojnamegerên Sînornenas di sala 2020’an de herî kêm 50 rojnameger ji ber pîşeya xwe hatine kuştin. Di nava 10 salên dawîn de jî li temamî dinyayê herî kêm 937 rojnameger hatine kuştin.

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) li ser rojnamegerên di navbera 1’ê Çileyê û 15’ê Kanûna 2020’an hatine kuştin, raporek weşand.

Li gorî raporê di sala 2020’an de li temamî dinyayê herî kêm 50 xebatkarên çapemeniyê ji ber pîşeya xwe hatine kuştin.

Li gorî raporê ji sê paran du parê rojnamegerên hatine kuştin li derveyî qadên şer hatine kuştin.

Di raporê de hate diyarkirin ku di 12’ê Kanûnê de rojnamegerê ji Îranê Rûhûllah Zem hate darvekirin û di 30 salên dawîn de cara pêşîn xebatkarekî çapemeniyê tê darvekirin.

Li gorî RSF’ê di 10 salên dawîn de li temamî dinyayê herî kêm 937 kes ji ber ku rojnameger bûne, hatine kuştin.

Berdevkê Desteya Rêveber a RSF’ê Mîchale Redîske diyar kir ku nûçeyên li ser mafya, nelirêtî û mafyayê li gelek welatan ji bo rojnamegeran dibe rîskeke mezin.

Di raporê de hate diyarkirin ku ji bo rojnamegeran welatên herî xetere Meksîka, Iraq , Efganistan, Hindistan û Pakistan e.

Di sala 2020’an de li Meksîkayê heşt rojnameger hatin kuştin û ji sala 2015’an û vir ve 11 rojnameger ji ber nûçeyên çêkirine, hatine kuştin.

Li Iraqê jî şeş rojnamegeran dema xwestin derbarê protestoyan nûçeyan çêbikin, jiyana xwe ji dest dabûn. Li Efganistanê jî pênc rojnameger hatibûn kuştin.

Li Hindistanê çar rojnamegerên li ser nelirêtî û bazirganiya tiryakê nûçê çêkiribûn, hatin kuştin. Li Pakistanê jî çar rojnameger bi hinceta ku li ser bazirganiya tiryakê nûçe çêkirine, hatibûn kuştin.