Li bajarek nêzî Osloyê hezîna axê: 20 kes windabûne

Li bajarek ku dikeve bakûrê Oslo ya paytexta Norweçê hezîna axê çêbû, 20 kes windabûne û 10 kes jî bi bîrîndarî hatine rizgarkirin.

Li bajarê Gjerdrûm ê ku şêniya wê 5 hezar ku nêzî Oslo ya paytexta Norweçê ye, îro hezîna axê rûda.

Di encama hezîna axê de 20 kes winda bûn, 10 kes jî bi bîrîndarî hatin rizgarkirin. Rayedaran diyar kirin ku 500 kes jî hatine tehliyekirin.

Rayedaran destnîşan kirin ku hezîna axê li herêmek 21 hektarî rûdaye û piraniya avahiyan jî rûxiyane.

20 kes winda bûne, lê belê nayê zanîn ku di malên rûxiyayî de xwediyê malan li mal in an na.

Çavkaniyên polîsan hezîna axê weke felaketekê binav kirin û diyar kirin ku ji 10 kesên birîndar bûyî rewşa yekê girane.