Hikumeta Efgan medya li rayedarên herêmî qedexe kir

Hikumeta Efgan qedexe kir ku berdevkên meclîsên bajaran agahiyan bidin medyayê.

Beriya qedexeya medyayê ya li ser rayedarên herêmî 2 meh berê ji ber ku berdevkê wîlayeta Taharê Cevad Cevherî diyar kiribû di êrîşa hewayî ya Efganan de 12 zarok mirine, Cevherî ji kar hatibû dûrxistin û hikumetê diyar kiribû êrîşeke wisa pêk nehatiye. Komîsyona Mafên Mirovan a Efgan agahiyên ku Cevherî dabûn medyayê piştrast kiribû.

Rahmatûllah Andar ê ku Berdevkê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Serokkomar Eşref Ganî ye ji Arab Newsê re axivî û got, “Ji niha û şûnde wê walî bipirsin berpirsên pêkanîna agahiyan ên ji bo medya û gel.”

Hate diyarkirin ku wê rêveberên navçeyan jî daxuyaniyan nedin medyayê.

Midûra radyoyeyeke li Kabîlê Necîbe Eyûbî diyar kir ku vê biryara hikumetê tê wateya ku astengkirina dengan û rê li ber wergirtina agahiyan digire.

Efganistan hê jî ji bo gelek rojnamegeran cihê herî xeter e. Di 2 mehên dawîn de li vê derê herî kêm 4 rojnameger hatin kuştin.