Brexît wê çi biguherîne?

Bi peymana Brexîtê re ya navbera Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê hate mohrkirin, her du aliyan ji bo welatiyên xwe û koçberan hin pîvan xistin meriyetê.

Piştî ku Brîtanya Mezin ji nava Yekîtiya Ewropayê (YE) derket (Brexît) hefteya derbasbûyî peymanek hatibû îmzekirin. Di çarçoveya vê peymanê de aliyê hiqûqî yê bazirganiya navbera her du aliyan hatibû zelalkirin. Yek ji mijarên ku tê meraqkirin ew e; welatiyên Brîtanya û welatên YE'yê di dema ger û geştê de, her wiha di mijarên cuda de wê li gorî kîjan pîvanan tevbigerin.

GER Û GEŞTA BÊ VÎZE TENÊ JI BO WELATIYAN WÊ HEBE

Li gorî pîvanên ku wê ji 1'ê Çileya 2021'ê û pê ve derbas bibin, welatiyên Brîtanya yan jî welatên Yekîtiya Ewropayê wê karibin 90 rojî bê vîze bigerin. Lê belê li ser sînor û balafirgehan wê kontrolên tund hebin.

Brîtanya ku ji ber ne endamê Schengenê ye, beriya niha ji koçberên welatiyên welatê sêyemîn in ên li Yekîtiya Ewropayê daxwaza vîzeyê dikir. Wê vî şertê xwe hîn bi tundî ferz bike.

Her wiha destûrnameya ajotina wesayitan a welatên Yekîtiya Ewropayê wê bi rengekî otomatîk li Brîtanyayê neyê naskirin.

JI BO MAFÊ MAYINÊ DIVÊ HERÎ KÊM 5 SALAN LI BRÎTANYAYÊ MA BE

Hêsanî û derfeta ku ji bo ger û geştê ji welatiyên Yekîtiya Ewropayê re tên dayin, wê ji bo kesên ku dixwazin li Brîtanya Mezin bi rengekî mayinde bimînin neyê naskirin. Ji 1'ê Çileyê û pê ve tenê welatiyên Yekîtiya Ewropayê yên ku herî kêm 5 salan li Brîtanyayê mane, mafê mayina mayinde ya bi navê 'Settled status' bê dayin.

Her du alî wê mafên teqawîtbûnê, dê û bav û mafên di dema qezaya kar de mîna berê dewam bikin. Lê belê saziyên sîgorta tenduristiyê wê dawî li koordînasyona navbera xwe bînin.

WÊ BANDOREKE GIRAN LI XWENDEKARAN BIKE

Brîtanyayê xwe ji bernameya pevguhertina xwendekaran Erasmûsê vekişandibû. Di çarçoveya vê bernameyê de her sal ji 34 welatî derdora 800 hezar xwendekarî li welatên din dikarîbûn herî kêm bi 6 mehan perwerdeyê bibînin. Her wiha wê dawî li naskirina otomatîk a dîplomayên zanîngehan bê anîn.