Li Etiyopya ku şer dom dike, dema hilbijartinê diyar bû

Di demekê de ku şer li Tîgray a dikeve herêma Bakurê Etiyopya dom dike de, Desteya Hilbijartina Bilind ragihand ku wê 5’ê Hezîrana 2021’ê hilbijartina giştî bê kirin.

Li welat li bendê bû ku hilbijartin 2020’ê bê kirin lê ji ber pandemiyê hate taloqkirin. Betalkirina hilbijatinê bû yek ji faktorê ku aloziyan di navbera serhildêrên li herêma Tîgray û Serokwezîr Abîy Ahmed de geş bibe.

Li Etiyopiya ku xwedî nifûsekî 110 milyon mirov e li Efrîqayê welatê di rêza duyemîn de ye. Abiy ê sala 2018’an hate ser desthilatê, soz dabû ku wê di sala 2020’ê de hilbijartinek aştiyane, demokratîk û adil pêk bîne. Li bendê bû ku hilbijartin 29’ê Tebaxê bê kirin, lê ji ber pandemiyê ji bo demekî nediyar hatibû taloqkirin.

Abiy sala 2019’an jî Xelata Aştiyê ya Nobelê girtibû.

Desteya Hilbijartinê ya Bilind 25’ê Kanûnê daxuyaniyek da û ragihand ku 5’ê Hezîrana 2021’ê hilbijartin bê kirin.

Li Etiyopya ji 80 komên cihê yên sîstemekî federal a li ser bingehê etnîkî tê birêvebirin. 10 herêm ji aliyê hikûmetê ve tê birêvebirin. Piraniya van pirsgirêkên sînor hene yan jî aloziyên di asta jêr de lê diqewimin rû didin.

Abiy ê xwediyê Nobelê ji bo kêmkirina aloziyên li herêma Tîgrayê di meha Mijdarê de leşker şandibû. Di şerê rû dayî de bi hezaran kes mirin, 950 kes neçar man ku malên xwe bi terikînin. Şer 4’ê Mijdarê di navbera hêzên federal û hêzên herêmî de destpêkiribû. Li gorî agahiyên şahidên ji herêmê revîn û raporên derketin çapemeniyê, milîsên girêdayî artêşa Etiyopyayê qetlîamên mezin pêk anîn.

Herêma Tîgray betalkirina hilbijartina giştî qebûl nekirin û di maha Îlonê de tevî hikûmeta federal hilbijatina xwe kiribûn.

Di salnameya Desteya Hilbijartina Giştî ya ji bo hilbijartina sala bê de herêma Tîgray li xwe nagire. Desteyê hikûmeta heyî wê desteê bide xebatkarên buroya hilbijartinê yên Tîgrayê ji bo hilbijartin li herêmê pêk wê jî wê dîrokekê diyar bikin.

Li herêma Tîgrayê ya dikeve bakurê Etiyopyayê 6 milyon kes dijîn. Piştî şer destpêkir û vir ve pirsgirêka xwarin û vexwarinê derket. Pandemiyê rewş girantir kir, ev jî ne bes bû talana kuliyan bi ser wan de hat.

Etiyopya heta berî Abiy bê hilbijartin 30 salan ji aliyê koalîsyona ji 4 tevgerên kêmenetew ên di bin serweriya partiya Tîgray ve pêk hatî dihate birêvebirin.