Efrîka Navîn tevlîhev dibe: Serhildêr bi pêş ve diçin

Rûsyayê roja Sêşemê bi daxuyaniyekê ragihand ku li ser daxwaza Komara Efrîka Navîn wan 300 leşkerên xwe şandine herêmê. Komên serhildêr jî bajarekî din bi dest xistin.

Rûsyayê ragihand ku li ser daxwaza hikumeta Serokkomar Faûstîn Archange Toûadera, wan leşkerên xwe yên "perwerdekar" şandine herêmê. Toûadera ku di hilbijartinê de weke favorî tê dîtin, komên serhildêr bi hewldana darbeyê sûcdar dike. Rûsyayê jî 300 leşkerên din ên perwerdekar şand herêmê.

PIŞTGIRIYA RÛS Û RÛANDAYÊ

Parêzvanên taybet ên ji şîrketa ewlekariyê ya Rûs re dixebitin, niha Toûadera diparêzin. Hêzên çekdar ên Efrîkaya Navîn ji aliyê Rûsan ve tên perwerdekirin.

Komara Efrîkaya Navîn ku  nifûsa xwe 4.9 milyon mirov e, weke yek ji welatên herî zêden tê dîtin. Ji bo piştgiriyê, Rûandayê jî yekîneyên xwe yên leşkerî xiste nava liv û tevgerê.

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron jî bi rêya telefonê bi Toûadera re axivî û "hewldana nearamîkirinê" şermezar kir. Macron "li ser daxwaza Serokkomar Toûadera" ferman da ku balafirên şer li ser xaka Efrîkaya Navîn bifirin.

Piştî piştî ku sê komên çekdar tifaq kirin û ber bi paytextê ve bi pêş ve çûn, ev bûyer qewimîn.

DYE'yê nerazîbûn nîşanî teqwiyeya leşkerî ya Rûsyayê da. Berdevkekî Wezareta Karên Derve ji AFP'ê re axivî û got, "Pozîsyona me her tim ew e ku welatên alîkariya leşkerî yan jî alîkariya bi cûreyên din bi welatan re dikin, vê yekê bi zelalî û koordîneyî bikin, ku bi vî rengî rêveberî û aramiya gelê Efrîkaya Navîn bê xurtkirin."

Wezareta Karên Derve ya Emerîkayê nerazîbûn nîşanî zêdebûna tundiyê da ya beriya hilbijartinên 27'ê Kanûnê zêde bû.

BAJAREKÎ MEZIN KET

Li gorî Neteweyên Yekbûyî bajarê herî mezin ê çaran ê welêt Bambarî Sêşemê kete destê komên serhildêr ku 380 km li bakurê rojhilêt ê paytext Banguî ye.

Şaredarê Bambarî Abel Matchîpata ji AFP'ê re axivî û got, ''Bajar kete destê komên çekdar. Li dijî şêniyên bajêr ti tundî çênebû.''

Dema êrîş hate ser bajêr di navbeyna artêşê û Şaşik Şîn de yên bi ser NY'yê ve şerekî bi qasî du saetan dom kir.

HEJAR E LÊ JI HÊLA ALMASTAN VE ZENGÎN E

Komara Efrîkaya Nanverastê nifûsa wê yek du milyon e, yek ji welatê herî hêjar ê cîhanê ye lê ji hêla kanên almbatê ve zengîn e.

Komên çekdar ên girîng ên Efrîkaya Naveraste ku ji bo kanên welêt, ajalan û mînarelên sereke kontrol bike têdikoşin, tim desthilata Touadera bi dek û dolban sûcdar dikin. Li gorî komên çekdar hikûjmet li gorî peymana aştişyê ya 6'ê Sibata 2019'an a li Hartûmê naçe. Peyman di navbeyna hikûmetê û 15 komên çekdar de hatibû kirin.