Rêveberiya Bakuyê Ermeniyan bi 'terorê' sûcdar dike

Azerbaycan Ermenên li Fransayê ku ji bo berevaniya li welatê xwe çûne Ermenîstanê şer kirine, bi ''terorê'' sûcdar dike.

Azerbaycanê ber bi dawiya Tebaxê ve êrîşên dagirkeriyê biribû ser Qerebaxê, artêşa Tirk jî bi çeteyên kirêkirî yên ku ji Sûriyê anîbûn êrîş biribû ser çeteyan. Heta agrirbesta 10'ê Mijdarê beşekî mezin ê Qerebaxê ji hêla dagirkeran ve hatibû dagirkirin.

Lê rêveberiya Bakuyê ku naxwaze hesabê li gel çeteyan şerê dijî Ermenan bide, kesên ku ji welatê xwe biparêzin çûne Qerebaxê bi 'terorîzm'ê sûcdar dike.

Di serlêdanê de ya li Fransayê derheqê hin welatiyên Fransî ên Ermen ku çûne Qerebaxê hate xwestin ku bi sedema ku ,''li derveyî welat şerê ji bo hêzeke biyan'' doz were vekirin. Di serlêdanê de ya li ''Dozgeriya Antî-terorê'' û Dozgeriya Parîsê de, ku 6'ê Mijdarê hatiye kirin, endamekî berê yê Asala jî di nav de tê xwestin ku gelek kes werin darizandin.

Dozgeriya Fransayê jî diyar kir Çile wê zelal bikin bê ka wê têkilî serlêdanan doz were vekirin an na.