Li Sûdanê derbarê paramîlîterên êşkencekar biryara girtinê
Serdozgerê Sûdanê derbarê gelek berpirsên paramîlîterên ku li Hartûmê kesên sivîl revandibû û êşkence li wan kiribû biryara girtinê da.
Serdozgerê Sûdanê derbarê gelek berpirsên paramîlîterên ku li Hartûmê kesên sivîl revandibû û êşkence li wan kiribû biryara girtinê da.
Li gorî daxuyaniya dozgeriyê ya di Ajansa Nûçeyan a Sûnayê de hate weşandin, li ser cenazeyê Bahaaeddîn Nûrî de şopên birînan hene û ev birîn bûne sedema mirina wî.
Li gorî daxuyaniyê biryar hatiye stendin ku hemû endamên Hêzên Piştgiriya Bilez a ku tiliya wan di mirina Nûrî de hene, werin girtin.
Bahaeddîn Nûrî 45 salî bû û endamê ‘Komîteya berxwedanê’ ya taxê bû. Ev komîte li dijî dîktatorê berê Omer El Beşîr gelekî çalak bû.
Nûrî di 16’ê Mijdarê de ji aliyê kesên sivîl hatibû revandin û pênc roj şûnde cenazeyê wî hatibû dîtin. Kuştina Nûrî li welat bû sedema nerazîbûneke mezin.