Amadekariya ji bo civîna bilind a Kendavê

Beriya civîna salane ya Konseya Hevkariya Kendavê ku tê payin 5'ê Çileyê li Riyadê pêk were, li Qûweytê civîna amadekariyê hate lidarxistin.

Wezîrên Karên Derve yên Erebistana Siûdî, Bahreyn, Îmarat, Ûmman û Qûweytê tevlî civînê bûn. Endamê şeşemîn ê konseyê Qatar di asta alîkarê Wezîrê Karên Derve de tevlî civînê bû.

Li gorî analîstan, eger Wezîrê Karên Derve yê Qatarê Şêx Mûhammed bîn Abdûrahman El Tanî tevlî bibûya, wê ev yek bibûya işareteke nû ji bo kêmkirina rageşiyê.

Erebistana Siûdî, Îmarat, Bahreyn û Misrê di Hezîrana 2017'an de têkiliyên xwe yên bi Qatarê re birî bûn. Her çar welat Qatarê sûcdar dikin ku gelekî nêzî Îranê ye û Îslamiyên radîkal fînanse dike. Têkiliya Qatarê ya bi dewleta Tirk re jî yek ji sedemên rageşiyê ye.

Her çar welatên Kendavê ji bo jinûve destpêkirina têkiliyan, girtina qenala televîzyonê ya El Cezîre jî di nav de 13 daxwaz kiribûn.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezîrê Karên Derve yê Qûweytê, di civîna amadekariyê de ku ji aliyê Bahreynê ve roja Yekşemê hate lidarxistin, li ser derfetên xurtkirina hevkariya di bin sîwana Konseya Hevkariyê ya Kendavê rawestiyane.

Li gorî nûçeya AFP'ê ku agahiyên xwe spartiye çavkaniyên nêzî hevdîtinan, welatên Kendavê ji bo kêmkirina rageşiya li nava konseyê, dibe ku bi rengê 'sînodarkirî' li ser 'çareseriyeke demkî' li hev bikin.