Li Efrîka Navîn rewşa nediyar a agirbestê

Li Komara Efrîkayê ya Navîn ku beriya hilbijartinên roja Yekşemê şerê navxweyî ji nû ve lê rû da, tevî ku komên serhildêr agirbest ragihandibin jî hîn encameke berbiçav nehatiye bidestxistin.

Rûsya jî di nav de ji niha ve gelek welat tevlî şerê li Efrîkaya Navîn bûne. Di vî şerî de agirbesteke demkî hate ragihandin. Di daxuyaniya bi îmzeya 'Koalîsyona Welatparêz a ji bo Guhertinê' (CPC) de ku ji komên serhildêr pêk tê, hate ragihandin ku agirbest roja Çarşemê hatiye ragihandin û wê heta Şemiyê dewam bike.

Serhildêr ji Faûstîn Archange Toûadera ku weke favoriyê hilbijartinê tê dîtin, dixwazin ku hilbijartinê taloq bike.

Her wiha ji yekîneyên hikumetê dixwazin ku li gorî agirbestê tevbigerin. Lê belê di daxuyaniya hikumetê de bi hinceta ku "mohr li binê daxuyaniyê nîne" daxuyaniyeke gumanbar e.

Her wiha ji ber ku tenê 2 ji komên CPC daxuyanî piştrast kirine, pêkhatina agirbestê zehmet nîşan dide.

Ev tevgera serhildêr a dawî ku tê îdîakirin serokdewletê berê Françoîs Bozîze yê ku namzetiya wî hatiye redkirin, piştgiriya wê dike, yek ji bajarên girîng ê welêt bi dest xistiye. Ji ber ku serhildêran berê xwe dan paytext Bangûiyê, hate ragihandin ku Rûsyayê bi sedan leşkerên xwe yên perwerdekar şandiye herêmê. Her wiha Fransayê jî diyar kiribû ku balafirên wan ên şer li ser xaka vî welatî dest bi firînê kirine.

Hikumet îdîa dike ku Bozîze û alîgirên wî hewl dane ku darbeyê bikin.