Çîn wê sala 2028'an ji DYE'yê bibihure

Li gorî rapora Navenda Lêkolîna Kar û Aboriyê, Çîn wê di sala 2028'an de bibe hêza herî mezin a aboriyê ya cîhanê û ji DYE'yê bibihure.

Di rapora saziyê de hate ragihandin, ku Çînê zû xwe ji bandora aborî ya pêvajoya şewbê rizgar kir û tê payin, di sala 2028'an de bibe aboriya herî mezin a cîhanê.

Navendê di rapora xwe ya par de texmîn kiribû ku Çîn di sala 2033'an bigihêje DYE'yê. Di rapora îsal de ev dem bi 5 mehan bi pêş ve anî û işaret bi sala 2028'an kir.

Li gorî raporê, aboriya Çînê wê sala 2020'î bi rêjeya ji sedî 2 mezin bibe. Tê payin ku aboriya DYE'yê jî bi rêjeya ji sedî 5 biçûk bibe. Ev biçûkbûn piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn rêjeya herî mezin e.

Para Çînê ya li aboriya global di nava 20 salên dawî de ji rêjeya ji sedî 3.6 gihîşt ji sedî 17.8. Li gorî vê yekê tê payin ku li Çînê hatineya milî ya ji bo şexsekî di sala 2023'an de bibe 12 hezar û 536 dolar. Çîn bi vê rêjeyê wê tevlî nava welatên ji koma xwedî hatineya bilind bibe.

Çîn bi vê hejmarê jî hîn gelekî dûrî DYE û Îngilistanê ye. Li DYE'yê hatineya ji bo şexsekî 63 hezar dolar e. Li Îngilstanê ev rêje 39 hezar dolar e.

Li gorî raporê, Îngilistan a ku ji Yekîtiya Ewropayê cihê bû, wê di lîsteya aboriyên herî mezin de cihê xwe yê li rêza pêncemîn dewam bike.

Her wiha tê payin ku Hindistan jî di sala 2035'an de bibe sêyemîn aboriya herî mezin a cîhanê.