Li Elmanyayê tenê serokê Partiya Çepgir serkeftî ye

Piştî lihevkirina Partiya Çepgir, Keskan, SPD û CDU, performansa Bodo Ramelow ku binê vê salê dîsa li Eyaleta Thurîngenê li kursiyê seroktiyê rûniştî, serkeftî tê dîtin.

Bodo Ramelow ê ji Partiya Çepgir ji 2014'an û vir ve li nav 16 eyaletên Elman tekane serokwezîrê ji Partiya Çepgir e. 2019'an di hilbijartina Cotmehê ya Eyaleta Thûrîngenê de Ramelow bi serkeftina 31 ji 100'î partiya xwe dîsa serfiraz kirî, ji ber sedema hevkarê koalîsyonê demokratên sosyal dengên wan kêm bûn, nekarî hikûmetê ava bike.

Piştî darbeya rastgir-muxafazakaran bû 48 saetan bûbû sedema krîza siyasî partiya Serokwezîr Angela Merkel Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) bi paş ve gav avêtibû, Partiya Çepgir, Kesk û Demokratên Sosyal (SPD) ku xwestin Ramelow dîsa bikin serokwezîr li hev kiribûn. Li gorî hevkariyê ku jê re ''modêla îstîktrarê'' dihate gotin, CDU li meclîsê wê bêalî bimaya û dijberiya 3 partiyên din nekira.

Perfermons û modêla hilbijêrbûnê ya Ramelow ku bi tifaqa çar partiyan Adarê dîsa hatî ser kursiyê serokwezîrtiyê serkeftî xuya dike. Ramelow ê ku ji ajansa nûçeyan a Elman DPA'yê re axivî, got li gel ku ew hikûmeta kêm in jî, wan bûdçeya 2021'an bi rehetî ji meclîsa eyaletê derxistine û ev kêfxweşiya xwe ya ji vê rewşê diyar kir.

Ramelow bi bîr xist ku hikûmeta wan heta niha bi rengekî ku mînaka wê nehatiye dîtin li Elmanyayê bi tifaqa hevkariya Partiya Çepgir û ya muxafazkar CDU'yê dimeşe û bal kişande ser giringiya parvekirina rolê. Serokwezîrê ji partiya çepgir got, dema ku her kes rola ku dikeve ser bi cih tîne performanseke serkeftî derdikeve holê û got, ''Em bêgav man ku her tiştî muzakere bikin û ev bi kêr hat, bi vî rengî her kes bi me bawer bû.''

Li gorî lihevkirina çar partiyan hikûmeta bi seroktiya Ramewlo heta Nîsana 2012'an wê li ser kar bimîne û piştre hilbijartina pêşwext a eyaletna wê çêbibe. Yek ji wan eyaletan ku hêla koronayê pir derb lê daye eyaleta Thurîngehê ye, li aliyê de ji ber sedema ku modêla îstîkrarê ya çar partiyan serkeftî ye, tê payin ku hilbijartin were taloqkirin. Ber bi nîvê meha Çile ve bi tevlêbûna çar komên partiyan wê civîn çêbibe, biryara dawî wê di vê civînê de diyar bibe.

Serê sala 2018'an Ramelow dema ku êrîşên dagirker ên Tirk li ser Efrînê dest pê kiribû ,li ser torên civakî bi parvekirinan destek dabû berxwedana YPG'ê ya li dijî dewleta Tirk, ji ber ku li bara êrîşên Tirk sekinîbûn di serî de Elmanya, bêdengiya qada navnetewî şermezar kiribû, bala raya giştî ya Elman kişandibû, çeteyên AKP'ê jî ji ber vê helwesta Ramelo gefa kuştinê lê xwaribûn.