CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Belarûsê Euronews qedexe kir
Hikumeta Belarûsê weşana qenala Euronewsê bi hinceta ku piştgiriyê dide muxalefetê, li Belarûsê qedexe kir. -
Li Meksîkayê têkildarî windayan 30 leşker hatin destgîrkirin
Li herêma Tamaulipasê ya li bakurê Meksîkayê, di lêpirsîna têkildarî gelek kesên sala 2014'an hatin windakirin 30 leşker hatin destgîrkirin. -
Li Ekvatorê di hilbijartina serokatiyê de Gûîllerno Lasso bi ser ket
Li Ekvatorê di 11’ê Nîsanê de tûra duyemîn a hilbijartina serokatiyê hate kirin. Gûîllerno Lasso ji sedî 52.5’ê dengan stend û bi ser ket. -
Kanadayê firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê qedexe kir
Kanada ku bi salan e teknolojiya çekê difiroşe dewleta Tirk, bi hinceta ku li Qerebaxê ew çek bi kar aniye, firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê betal kir. -
Li Cîbûtî keştiya koçberan noqî avê bû: 34 kes mirin
Rêxistina Koçberan a Navneteweyî, ragihand ku di encama noqîavêbûna keştiya ku li paravên Cîbûtî yê 34 kes mirin. -
Weber: Divê hevdîtinên endamtiya bi Tirkiyeyê re bên rawestandin
Serokê Koma Partiya Gel a Ewropa ya ku koma herî mezin a PE’yê ye Manfred Weber daxwaz kir ku hevdîtinên endamtiyê yên di navbera Yekîtiya Ewropa ya li gel Tirkiyeyê re bên rawestandin. -
Îran: Îsraîl berpirsê êrîşa li ser Natanzê ye
Wezareta Karê Derve ya Îranê êrîşa li ser fabrîkeya xurtkirina ûranyûmê ya Natanzê xist stûyê Îsraîlê û gef xwar ku ‘wê di dem û cihekî guncav de tola xwe bistînin.’ -
Li Ekvatorê namzetê rastgir Gûîllermo Lasso bi ser ket
Li Ekvatorê roja Yekşemê di hilbijartinên serokkomariyê de namzetê muxafazakar Gûîllermo Lasso bi ser ket. -
Li gorî Tehranê febrîqeya Natanzê bû hedefa êrişa 'terorîstî'
Li gorî daxuyaniyeke nivîskî ku li televîzyona dewletê ya Îranê hate weşandin, febrîqeya dewlemendkirina ûranyûmê ya Natanzê ku li navenda welêt e, bû hedefa êrişa 'terorîstî'. -
Li gorî Kremlînê wê bi Ûkraynayê re şer çênebe
Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov îxtîmala şerê bi Ûkraynayê red kir. -
Hilbijêrên Ekvatorî di navbeyna rastgir û çepgiran de tercîha xwe dikin
Ekvatorî vê yekşemê di hilbijartina serokkomariyê de di navbeyna ekomonîstekî ciwan ê çepgir û yekî rastgir ku berê banqevan bû, wê tercîha xwe bikin. -
Li Myanmarê ji darbeyê û vir ve zêdeyî 700 sivîl mirin
Li Myanmarê, ji darbeya leşkerî ya ji meha Sibatê û vir ve çalakiyên şermezarkirinê dewam dikin. Heta niha zêdeyî 700 sivîl hatine kuştin. -
Li Perûyê hilbijartinên serokkomariyê yên nediyar
Li Perûyê, hilbijêr ji bo hilbijartinên serokkomariyê yên herî parçebûyî dengê xwe didin. Nayê payin ku ti ji 18 namzetan di tûra destpêkê de ji sedî 10 ê dengan derbas bike. -
Li Çînê 21 kes li kana komirê asê man
Li herêma xweser a Sîncan Ûygûrê ya li bakur rojavayê Çînê, 21 kes li kaneke komirê asê man. -
Li Nîjeryayê gelek zarok hatin kuştin
Li Nîjeryayê ku timî bi êrişên çeteyên Boko Haram di rojevê de ye, tê gotin ku çeteyan niha jî gelek zarok qetil kirine. -
Elmanya di nava 3 mehan de bihayê 9 milyon eûro çek firotiye Tirkiye
Derket holê ku Elmanya di nava 3 mehên îsal de bi giştî bi bihayê 8 milyon û 975 hezar eûro bazirganiya çakan a ji bo Tirkiyeyê erê kiriye. Rêveberiya Berlînê, ji bo SÎHA’yên Tirk ên bi fuzeyên MRA û LRAT’yê hatiye amadekirin jî got, ‘sirên dewletê’ ne. -
Li Bakurê Îrlandayê çi dibe?
Li Îrlandaya Bakur li gel bangên aramiyê jî ev hefiyek e xwepêşandanên protestoyî didomin. Ji 50'î zêdetir polîs birîndar bûn. -
Li Misrê bajarê herî mezin ê serdema antîk hate dîtin
Li Misrê di encama karên arkeolojîk de bajarê herî mezin ê serdema Antîk a welêt hate dîtin. -
Li Cezayîrê li dijî aktivîstên Hîrakê zext didomin
Li Cezayîrê li dijî ciwanên tevgera Hîrakê zext didomin, 5 aktivîstên din ku gotibûn êşkence li wan hatiye kirin, hatin girtin. -
Serokwezîrê Îtalya ji bo Erdogan got: Dîktator
Serokwezîrê Îtalya yê nerazîbûnên tund nîşanî dewleta Tirk a li hember seroka Komîsyona YE’yê da, anî ziman ku divê bi vekirî Erdogan weke dîktator bê dîtin. -
Şer li myanmarê didome; nêzî 600 kes mirine
Çalakiyên protestoyê yên piştî darbeya bi xîwn a li Myanmarê, 2 mehin dom dike. Şer dewam e. -
Alîkariya DYE'yê ya ji bo Fîlîstîniyan jinûve dest pê kir
Alîkariya malî ya DYE'yê ya ji bo Fîlîstîniyan, ku di dema Donald Trûmp de hatibû sekinandin, ji aliyê rêveberiya Joe Bîden ve jinûve dest pê kir. -
Krîza birçîbûnê ya li Sahelê dibe ku zêdetir bibe
Tê diyarkirin heke bi lezgînî tevdîr neyên girtin li herêma Sahelê ya Efrîkayê bi qasî 30 milyon mirov wê birçî bimînin û piranî ev ê karîgeriyê li ser zarokan bike. -
Qirkirina Ruandayê: Mexdûr ji Fransayê gavên teqez dixwazin
Mexdûrên li Rûandayê ku sala 1994'an qirkirina sedsalê lê çêbûyî, xwestin ku rola Fransayê ya wê demê bêhtir were ronîkirin û lêborînê bixwaze. -
Deynê welatên xizan careke din hate taloqkirin
Welatên G20'î biryar dan ku deynê welatên xizan ên ku ketine bin bandora krîza aboriyê ya ji ber Covîd-19 taloq bike.