Alîkariya DYE'yê ya ji bo Fîlîstîniyan jinûve dest pê kir
Alîkariya malî ya DYE'yê ya ji bo Fîlîstîniyan, ku di dema Donald Trûmp de hatibû sekinandin, ji aliyê rêveberiya Joe Bîden ve jinûve dest pê kir.
Alîkariya malî ya DYE'yê ya ji bo Fîlîstîniyan, ku di dema Donald Trûmp de hatibû sekinandin, ji aliyê rêveberiya Joe Bîden ve jinûve dest pê kir.
DYE wê di asta 150 milyon dolarî de alîkariyê bide Saziya Alîkariya Penaberan a Fîlîstînî (UNRWA).
DYE her wiha ji bo pêşvebirina Şerîa Rojava û Şerîda Gazeyê, wê 75 milyon dolar, ji bo pêvajoya aştiyê jî 10 milyon dolarî bide Fîlîstîniyan.
UNRWA'yê jinûve destpêkirina alîkariya DYE'yê silav kir. Komîserê Giştî yê UNWRA'yê Phîlîppe Lazzarînî got, "UNRWA û DYE hevkarên dîrokî ne" û kêfxweşiya xwe anî ziman.
Lazzarînî got, "Alîkariya DYE'yê di demeke krîtîk de hat. Em hemû dewletên endam teşwîq dikin ku tevkariyê li UNRWA'yê bikin."