Li gorî Tehranê febrîqeya Natanzê bû hedefa êrişa 'terorîstî'

Li gorî daxuyaniyeke nivîskî ku li televîzyona dewletê ya Îranê hate weşandin, febrîqeya dewlemendkirina ûranyûmê ya Natanzê ku li navenda welêt e, bû hedefa êrişa 'terorîstî'.

Daxuyanî bi navê Serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê Alî Ekber Salehî ve hate dayin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "komara Îslamê ya Îranê, vê çalakiya bêkêr şermezar dike û destnîşan dike ku pêwîstî pê heye, civaka navneteweyî û Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî li ber vê terorîzma dijî nukleerê rabe."

Di daxuyaniyê de komek an jî dewletek nehate sûcdarkirin û li ser rewşa tesîsa ku bû hedef agahî nehate dayin.

Salehî bal kişand ser hevdîtinên li Viyanayê yên li ser bernameya nukleerê û got, "Ev çalakî têkçûna ijberên danûstandinên ji bo rakriina pêkanînên giran, radixe pêş çavan."

Salehî diyar kir ku hem wê teknolojiya nukleerê bi rengekî cidî bi pêş ve bibin, hem jî hewldanên xwe yên ji bo rakirina pêkanînên giran dewam bikin.

Berdevkê heman saziyê Behrûz Kemalvendî roja Yekşemê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku li febrîqeya dewlemendkirina ûranyûmê ya Natanzê elektrîk hatibû birîn.