Li Perûyê hilbijartinên serokkomariyê yên nediyar

Li Perûyê, hilbijêr ji bo hilbijartinên serokkomariyê yên herî parçebûyî dengê xwe didin. Nayê payin ku ti ji 18 namzetan di tûra destpêkê de ji sedî 10 ê dengan derbas bike.

Şêniyên Perûyê vê Yekşemê Serokkomarê nû hildibijêrin. Li gorî anketên dawî, ti ji 18 namzetan di tûra destpêkê de wê ji sedî 10 ê dengan negirin.

Ji van tenê 7 namzet dikarin ji tûra duyemîn a 6'ê Hezîranê re bimînin. Ev hilbijartin weke hilbijartina herî parçebûyî ya dîroka welêt tê nirxandin. Cara yekê ye ku hejmareke ewqasî zêde ya namzetan dibe ku ji tûra duyemîn re bimînin.

Li Perûyê ji sala 2015'an û vir ve çar serokkomar hatin ser wezîfeyê û gelek caran skandala nelirêtiyê rû da. Tê gotin ji sedî 28 ê hilbijêran xwe ji hilbijartinê vedigirin.

Li gorî anketa enîstûtuya Îpsosê, namzetê berê yê rastgir Yohy Lescano, antropologa çepgir Veronîca Mendoza û ekonomîst ê lîberal Hernando de Soto di sê rêzên destpêkê de cih digirin. Lîstikvanê berê yê li rastgiriya navendê George Forsyth, karsazê rastgiriya tund Rafael Lopze Alîaga, Pedro Castîllo yê çepgir an jî Keîko Fûjîmorî yê rastgir ê populîst jî dikarin di pêşbirkê de bimînin.

Li gorî şîrovekaran, encama herî nebaş a ji hilbijartinê derkeve dibe ku 'siyasetê parçe bike û li ber hev rake'.

Li Perûyê 25 milyon hilbijêr li gel diyarkirina serokkomar her wiha wê parlamenta ji 130 kursiyî jî nû bikin.

Li aliyê din ji 18 namzetên serokkomariyê 6 namzet di dema kampanya hilbijartinê de bi vîrûsa koronayê ketin.