Li Cezayîrê li dijî aktivîstên Hîrakê zext didomin

Li Cezayîrê li dijî ciwanên tevgera Hîrakê zext didomin, 5 aktivîstên din ku gotibûn êşkence li wan hatiye kirin, hatin girtin.

Ji 2019'an û wir ve li dijî tevgera gel Hîrakê ku li dijî rêveberiya xirab a welêt têdikoşin, zext didomin.

Di daxuyaniyê de ya Komîteya Netewî ya ji bo Azadiya Girtiyan hate ragihandin 5 aktîvîstên Hîrakê ku êşkenceya polîsan anîbûn rojevê hatine girtin. Hate diyarkirin ev ev piştî vîdeoya tacîzkirina zarokekî anîbûn rojevê hatibûn destgîrkirin.

Li gorî parêzêran yek ji navê girîng ê tevgera Hîrakê şaîr Mohamed Tacadît jî di nav de 5 kes bi 'avakirina rêxistina sûc', ''ji bo hilweşandina pergala cameweriyê belavkirina agahiyên derew' hatine tawanbarkirin.

Di vîdeoyekê de ku ev kiribûn hinceta girtina aktivîstên Hîrakê, zaroyek hatibû dîtin dema ji qereqolê derketî di nav xwînê de mabû û gotibû, tacîz lê hatiye kirin.