BI DÎMEN

Prof. Bezwan: Kurd divê ji vê demê re amade bin

Prof. Naif Bezwan anî ziman ku divê siyaset û civaka Kurd ji aliyê leşkerî, fikrî, stratejîk û gotinê ve xwe ji dema nû re amade bikin û got, “Divê Kurd vê carê xwedî mafên xwe bin.”

NAIF BEZWAN

Prof. Dr. Naif Bezwan anî ziman ku piştî şerê 12 rojan ê navbera Îran û Îsraîlê bi dawî bû Rojhilata Navîn kete nava pêvajoyeke veguherîna jeopolîtîk a nû û destnîşan kir ku meseleya Kurd li navenda vê veguherînê rûniştiye.

Zanyarê siyasetê Prof. Naif Bezwan ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku rawestandina şer a navbera Îran û Îsraîlê rewşeke demkî ye, ji agirbestê wêdetir xwedî wateya pêvajoyeke jinûve avabûnê ye.

Prof Bezwan îdîa kir ku sînorên siyasî û xwezayî yên rejîma Îranê piştî vî şerî êdî weke berê wê nebe û got, Rojhilata Navîn ketiye nava serdemeke nû.

‘NEXŞEYÊN JEOPOLÎTÎK DIGUHERIN’

Prof. Bezwan destnîşan kir ku rejîma Îranê ji dema ava bûye û vir ve bi metirsiyên herî mezin ên hundir û derve re rû bi rû ye û got, “Rabûna herî mezin a dijber e û ji aliyê rejîmê ve metirsiyeke herî mezin e. Her wiha ji aliyê Kurdan ve jî em dibînin ku sê lingên statuya kolonyal êdî diheje ku piştî salên 1920’î bi taybetî bi Peymana Lozanê û peymanên sînoran re hatibû avakirin. Lewma hem ji bo herêmê hem jî ji bo Kurdistanê em di pêvajoyeke gelekî girîng de ne. Em ji nava pêvajoyeke hejandina jeopolîtîk derbas dibin.

Em di demeke welê de ne ku bi îhtimaleke mezin wê rejîm bêne guhertin, sînor ji nû ve bêne xêzkirin. Ji xwe meseleya Kurdistanê meseleyeke welê ye ku bi derizîna vê statuyê re dikare çareser bibe. Meseleya Kurd ji aliyê cewherî ve meseleyeke welê ye ku ya bi guherîna rejîmê yan jî bi guherîna sînoran dikare çareser bibe. Em di kêliyeke bi vî rengî de ne.”

‘KURDISTAN DI NAVA VÊ PÊVAJOYÊ DE YE’

Prof. Bezwan destnîşan kir ku bandora vê yekê bêguman wê li siyaset û civaka Kurd bibe û got, “Ya ku di vê pêvajoyê de divê bê kirin ew e ku hem siyaset hem jî civak li ser vê meseleyê kûr bibe. Li Îranê pêvajoya guherîna rejîmê êdî bi lez bûye. Ev guherîn ji nişka û bi dijwarî nebe jî êdî ketiye nava pêvajoyeke ku tê dîtin. Di vê çarçoveyê de li gel plansaziyên siyasî her wiha di asta neteweyî û navneteweyî de helwestên nû têne nîşandan. Kurdistan jî li ber vê pêvajoyê ye; her wiha di nav de ye.”

‘PÊWÎSTÎ BI SIYASETEKE YEKBÛYÎ Û HELWESTEKE HEVPAR HEYE’

Prof. Naif Bezwan diyar kir ku dema ew bala xwe didin ser dîroka sedsala 20’î dibînin ku meseleya Kurd bi şikestinên jeopolîtîk re derketiye holê û got, “Eger hûn nikaribin siyaseteke yekbûyî biafirînin, nikaribin helwesteke hevpar ava bikin, li hemberî manîpulasyonên stratejî hûn nikaribin xwe biparêzin û lih emberî gltin û avaniyên wesayetê nikaribin agahiyên xwe hilberînin, mekanîzmayên xwe yên biryarê yên stratejîka va bikin, hingî pêvajoyeke jeopolîtîk a bi kêrî we tê wê derbasî wê astê bibe ku bi kêrî we neyê. Em niha di kêliyeke bi vî rengî de ne. Weke civak û siyasetê divê em ji van îhtimalan re amade bin.

Beriya her tiştî divê siyaseteke yekbûyî bê afirandin. Ev siyaseta yekbûyî nayê wê wateyê ku her kes cihêrengiya xwe biterikîne; tê wê wateyê ku li dora berjewendiyên hevpar, daxwazên azadiyê û mafê diyarkirina çarenûsa xwe (self-determinasyon) li hev kom bibin. Ji bo vê jî hem li nava sînorên heyî hem jî li derveyî sînoran divê helwesteke hevpar bê nîşandan û stratejiyeke hevpar bê afirandin.

Bi rastî jî dem nîne ku mirov ji dest bide. Civak û siyaseta Kurd ji aliyê leşkerî, fikrî, stratejî û gotinê ve divê ji dema nû re amade be. Ji ber ku guherînên nû rû didin, sînor diguherin. Kurd vê carê weke civak divê mafên xwe û pêwîstiyên self-determinasyonê ji dest nedin.”