Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Krîza birçîbûnê ya li Sahelê dibe ku zêdetir bibe

Tê diyarkirin heke bi lezgînî tevdîr neyên girtin li herêma Sahelê ya Efrîkayê bi qasî 30 milyon mirov wê birçî bimînin û piranî ev ê karîgeriyê li ser zarokan bike.

Krîza li herêma Sahelê ya Efrîkayê ji ber hêla Covîd-19'ê jî girantir dibe, di konferansê de ku wê ji hêla Tora Pêşîlêgirtina Krîzên Zad (RPCA) ve were destpêkirin û du rojan bidome, wê krîza Gola Çadê û derdora wê were nirxandin, herêmeke dî ya ku wê li konferanê were nirxandin herêma Sahelê ye ku Efrîkayê ji hêla rojhilat û rojava ve dike du beş.

Li gorî analîza RPCA'yê ku Rêxistina Hevkariya Aborî û Rabûnê (OECD) destekê didiyê krîza zad ya li Sahelê wê karîgeriya xwe bi ser bi dehan milyon mirovî bike, li gorî vê heke alîkariya mirovî negihije ber destê wan heta hezîran-tebaxê wê bandorê bi kêmanî li ser 27 milyon mirovî bike. 

Li gorî daneyên UNÎCEF'ê jî krîza zad herî pir wê karîgeriya xwe li ser zarokan bike û hijmara van zarokên wê jê karîger bibin bi qasî 2 milyonan e.

Tê diyarkirin krîza zad herî zêde wê li eyaletên bakurêrojhilat ê Nîjerya Adamawa, Borno û Yobeyê bide, ku êrîşên çeteyên Îslamiya radîhal li ser wan ji 2009'an û wir ve didomin, li van sê eyaletan 3,7 milyon kes mexdûrê krîza zad in û tê diyarkirin îsal dibe ku ev bibe 5 milyon kes.

Her wiha li herêma Sahelê li Burkîna Faso, Malî û Nîjerê jî krîz pir giran e, li gorî agahiyan li van welatan ji 4 kesan 1 jê hewceyî zad e.