Deynê welatên xizan careke din hate taloqkirin

Welatên G20'î biryar dan ku deynê welatên xizan ên ku ketine bin bandora krîza aboriyê ya ji ber Covîd-19 taloq bike.

G20 ku 20 welatên aboriya herî mezin a cîhanê endamên wê ne, di konferansê de li hev kir ku deynê welatên ji ber krîzê tengav bûne bê taloqkirin.

Seroka Demkî ya G20'î Wezîra Aboriyê ya Îtalyayê Danîele Franco daxuyaniyek da û diyar kir ku biryar hatiye dayin, deynê welatên xizan heta dawiya sala 2021'ê bê taloqkirin. Biryara destpêkê ya di vê mijarê de meha Nîsanê ya par hatibû wergirtin.

Di daxuyaniya Bankaya Cîhanê de jî hate ragihandin ku biryara G20'î erênî ye. Serokê Bankaya Cîhanê Davîd Malpass daxuyanî da û li gel jinûve sererastkirina deynan her wiha ji welatên G20 xwest ku şertên peymanên li ser piştgiriya fînansî bi rengekî zelal biweşînin.

Di çarçoveya biryara taloqkirina deynan a par a G20'î de ji 73 welatên ku şertên destnîşankirî bi cih anîn, serlêdana 46 ji wan hate qebûlkirin. Bi gişt3ı 5.7 milyar deynên van welatan hate taloqkirin.

Lê belê gelek saziyên alîkariya mirovî dixwazin ku li şûna taloqkirin an jî jinûve sererastkirina deynê welatên xizan, deyn bi temamî bê jêbirin.