Li Ekvatorê di hilbijartina serokatiyê de Gûîllerno Lasso bi ser ket

Li Ekvatorê di 11’ê Nîsanê de tûra duyemîn a hilbijartina serokatiyê hate kirin. Gûîllerno Lasso ji sedî 52.5’ê dengan stend û bi ser ket.

Li Ekvatorê hilbijartineke balkêş pêk hat. Di serokatiyê de rastgir, di meclîsê de demokratên sosyal bi ser ketin.

Di tûra duyemîn a hilbijartina serokatiyê de de Gûîllerno Lasso bi ferqeke mezin bi ser ket. Gûîllerno Lasso mûxafazakarên rastgir temsîl dike. Lasso bi saya Çepgirên Demokratîk (18 parlementer) û bi saya Partiya Xirîstiyanên Sosyal (18 parlementer) di hilbijartinê de bi ser ket. Heke ev tifaq bidome dibe ku karibe hikumetê ava bike. Partiya bi navê Pachakûtîk a ku nûnerê gelê xwecihî ye jî wê bi 27 parlementeran di pozîsyoneke girîng de cih bigire. Wê di kongreya Konfederasyona Gelên Xwecihî ya Ekvatorê ya CONAÎ’yê de ya ku wê di 1-3’ê Gulanê de pêk were, pozîsyona Pachakûtikê diyar bibe. Ya ku hilbijartin bi rê ve bûbû CONAÎE bû. A niha hemû têkoşîn ji bo serokatiya CONAÎ’yê ye.

Piştî van hilbijartinan wê di 15’ê Gulanê de hikumet were avakirin.