Qirkirina Ruandayê: Mexdûr ji Fransayê gavên teqez dixwazin

Mexdûrên li Rûandayê ku sala 1994'an qirkirina sedsalê lê çêbûyî, xwestin ku rola Fransayê ya wê demê bêhtir were ronîkirin û lêborînê bixwaze.

Li Ruandayê milîsên Hutuyan û hêzên hikûmetê yên wê demê êrîşên qirker biribûn ser Tutsiyan û bi navbeyna 800 hezar û milyonekê de kes miribûn.  Li Ruandayê ku  qirkirina sedsalê lê hatî jiyîn Eniya Welatparêz a Ruandayê (FDR9 ku bi pêşengiya Tutsiyan ava bûyî û bi rêjeyeke girîng milîsên Hutuyên nerm jî dabûnê hêzên hikûmetê têk biribûn lê dîsa jî wê demê li wêlêt 90 ji 100'î yên Tutsiyan hatibûn qetilkirin.

Rûdana ku bûyî hinceta qirkirinê xistina balafirekê bû ku Serokdewletê Hutu Juvenal Habyarîmana û gelek rayedarên Ruandî û Burundilî jî di nav de bûn. Milîsên Hutu ew agahî berbelav kirin ku li pişt suîkastê FDR heye û artêşa wê demê ya Ruandayê hema roja dîtir li dijî Tutsiyan dest bi komkujiyên kir, ango 7'ê Nîsana 1994'an. Tê zanîn piraniya mirovan bi bivir û satoreyan hatin qetilkirin.

Di pêvajoya qirkirinê de bi qasî 800 hezar û milyonekê Tutsî hatin qetilkirin. 

Wê demê li ser mijara pêşîlêgirtina qirkirinê di serî de ya Fransa berpirsyariya gelek welatan tê nîqaşkirin. Li gel desteka Serokkomarê wê demê yê Fransayê Françoîs Mîtterand, endamê Partiya Sosyalîst (PS) û desteka hikûmeta rastgir a li hikûmeta Hutuyan, dema ku qirkirinê dom dikir, bi çarçoweya Operasyona Tuquoîse dihate îdîakirin ku derfet dane ku milîs û leşkerên komkuj birevin welatên cîran.

Li ser rexneyan, di raporekê de ku ji hêla raportorê ku ji hêla Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ve hatî peywirdarkirin, hatiye hazirkirin, 'rola bi giranî' ya hikûmeta Fransayê hatibû destnîşankirin. Lê di raporê de îdîaya 'hevkariya sûc' a Fransayê ya bi komkujiyan re nehatibû qebûlkirin.

Di şîroveyeke rojnameya The New Tîmes a Ruandayê de ku rapor tê nirxandin, şîroveya ku dibêje hikûmeta Fransî ya wê demê hevkarî bi sûc re nekiriye rexne dike, her wiha tê gotin artêşa Fransî dema Operasyona Turquoîse hiştiye ku milîsên Hutu yên komkuj birevin Kongoyê.  Rojname bang dike ku 47 sûcdarên şer ku hê jî li Fransayê dijîn û dozgeriyê doz li wan vekiriye werin darizandin.