ROJEVA 10’Ê TÎRMEHA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî banga bi dîmen a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got, “Em bi biryar in ku gava Rêber Apo ji me dixwaze biavêjin. Em ê li gel û gelên xwe bifikirin û vê gava nû biavêjin. Lê belê divê bê zanîn ku pêvajo bi yek alî û tenê bi gavên me bi pêş ve naçe.”

Şêniyên Amedê ku piştî 26 salann li peyama bi dîmen a Rêber Apo temaşe kirin, anîn ziman ku ew di kêliyeke dîrokî de ne û gelekî bi coş û kelecan in.

Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn piştî tecrîda demdirêj a li ser Rêber Apo bal kişand ser girîngiya peyamam bi dîmen û got, ev yek nîşan dide ku mesele gihîştiye kîjan nuqteyê.

Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan diyar kir ku heta biryarên DMME’yê bi cih neyên anîn qala demokratîkbûnê nikare bê kirin û got, “Meseleyên bingehîn ên weke mafê hêviyê nabe ku ji nedîtî ve bêne dîtin.”

Prof. Naif Bezwan anî ziman ku divê siyaset û civaka Kurd ji aliyê leşkerî, fikrî, stratejîk û gotinê ve xwe ji dema nû re amade bikin û got, “Divê Kurd vê carê xwedî mafên xwe bin.”

Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç ji bo banga bi dîmen a Rêber Apo destnîşan kir ku ji bo pêvajo ji aliyê civakê ve bê qebûlkirin, gaveke girîng e.