Belarûsê Euronews qedexe kir
Hikumeta Belarûsê weşana qenala Euronewsê bi hinceta ku piştgiriyê dide muxalefetê, li Belarûsê qedexe kir.
Hikumeta Belarûsê weşana qenala Euronewsê bi hinceta ku piştgiriyê dide muxalefetê, li Belarûsê qedexe kir.
Rêveberiya Serokdewletê Belarûsê Aleksander Lûkaşenko, ku muxalefet tepisandiye, ragihand ku dema destûra weşanê ya qenala Euronewsê dirêj nekiriye.
Wezareta Enformasyonê ya Belarûsê li ser mijarê daxuyanî da û reklamên bi Îngilîzî ya li Euronewsê weke hinceta biryarê nîşan da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku reklam divê bi Rûsî û Belarûsî bên wergerandin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li şûna qenalê wê cih bidin bernameyeke ku li Rûsyayê tê amadekirin û qala Şerê Cîhanê yê Duyemîn dike, bê weşandin.
Saziya civakî ya sivîl a bi navê Vîasna têkildarî biryarê daxuyaniyek da û diyar kir ku ev yek darbeyeke nû ye ku li azadiya çapemeniyê hatiye xistin.