Îran: Îsraîl berpirsê êrîşa li ser Natanzê ye

Wezareta Karê Derve ya Îranê êrîşa li ser fabrîkeya xurtkirina ûranyûmê ya Natanzê xist stûyê Îsraîlê û gef xwar ku ‘wê di dem û cihekî guncav de tola xwe bistînin.’

Berdevkê Wezareta Karê Derve Saîd Hatîbzadeh li Tehranê civîneke çapemeniyê li dar xist û got “Rejîma sîyonîst bi vê çalakiyê dixwaze ji gelê Îranê tolê bistîne.”

Hatîbzadeh Îsraîl sûcdar kir ku dixwaze muzakereyên li Viyanayê yên ne yekser sabote bike.

Ji bo ku Emerîka vegere ser peymana nukleer û zextên xwe rake, li Viyanayê di navbera îmzevanan de muzakere tên meşandin.

Li gorî Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê di tesîsê de ‘elektrîk’ qut bûye, tiştek bi kesî nehatiye û ‘tu qirêjî derneketiye holê’.

Hatîbzadeh diyar kir ji bo ew zanibin xisara maddî çiqas e, zû ye û got “Ji bo bîlançoya xisarê divê lêkolîn li ser santrîfujan were kirin.”

Hatîbzadeh diyar kir ku wê Îran di dem û cihekî guncav de ji rejîma sîyonîst tolê bistîne.