Li Bakurê Îrlandayê çi dibe?

Li Îrlandaya Bakur li gel bangên aramiyê jî ev hefiyek e xwepêşandanên protestoyî didomin. Ji 50'î zêdetir polîs birîndar bûn.

Xwepêşandan ji hêla yekparêzan ve hate destpêkirin ku piranî Protestan i û dixwazin herêm bi ser Kraltiya Yekbûyî ve bimîne. Lê li gorî polîsên xwecih di nav xwepêşandêran de hin komên paramîlîter hene ku dikarin rageşiyê geş bikin.

Li pêşberî wan komarparêz hene ku piraniyan wan dilxwazin ku Katalîk û Komara Îrlandayê bigihijin hev. Komarparêzan bersiv da rûdanên tundiyê û bi yekparêzan re pev ketin.

Çalakiyên protestoyê heftiya bihurî li bajarê Londonderryê dest pê kir û li wan taxên Belfasatê jî belav bû ku dixwazin bi Kraliyeta Yekbûyî re bibin yek.

Sedema piraniya hêrsê bi Brexîtê re li ser protokola nû ya li ser Bakurê Îrlandayê ye.

Protokola di navbeyna Londra û YE'yê de hatî îmzekirin bi rengekî defakto di navbeyna Îrlandaya Bakur a bi ser Britanyayê û Girava Brîtanyaya Mezin de sînor e.

Bi Brexîtê re di navbeyna Kraltiya Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê de kontrolên gumrikê hene. Herêma Brîtanyayê ji bo ku venegerin ser sînorê fizîkî ya di navbeyna Îrlandaya Bakur û Komara ÎrlandayÊ ya endama YE'yê kontrol li lîmanên Îrlandaya Bakur tê kirin.

Ji bo ku şîrket lê biguncin li gel ku dem wext dane jî hikûmetên nû tedarîkan kêm dike. Alîgirên yekîtiyê jî vê wee sînorekî di navbeyna Îrlandaya Bakur û Brîtanyaya Mezin de dinirxînin û helwestê nîşan didin, dibêjin Londra îxanetê dike.

Li gel ku Londra, Dublîn û Washîngtonê banga arambûnê kir jî Pêrşemê li Îrlandaya Bakur dîsa rûdanên tundiyê çêbûn. Li Belfastê polîsan dema ku hewl da komarparêzan ku bi ser yekîtiparêzan ve diçûn asteng bikin, rûdanên tundiyê çêbûn. Ev bi salan e ku rûdanên wiha nebûbûn.

Li gorî polîsan heta niha ji 50'î zêdetir polîs birîndar bûn.