Kanadayê firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê qedexe kir

Kanada ku bi salan e teknolojiya çekê difiroşe dewleta Tirk, bi hinceta ku li Qerebaxê ew çek bi kar aniye, firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê betal kir.

Wezareta Karên Derve ya Kanadayê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama lêpirsîna têkildarî teknolojiyên çekan ên ji bo Tirkiyeyê têne firotin, hate tespîtkirin ku Enqereyê li gorî şert û mercan nêzîk nebûye. Wezîr Marc Garneau diyar kir ku ev teknolojî bi taybetî li Qerebaxê di balafirên bêmirov de ji aliyê Azerbaycanê ve hatiye bikaranîn.

Wezîrê Karên Derve diyar kir ku wan nizanîbûn teknolojiya wan li Qerebaxê dihate bikaranîn û destnîşan kir ku ev yek hem li dijî polîtîkaya Kanadayê ye, hem jî li dijî garantiyên li ser armanca bikaranîna teknolojiya çekan a Tirkiyeyê ye. Marc Garneau anî ziman ku wan ev yek ji Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû re jî ragihandine.

Wezîrê Karên Derve yê Kanadayê destnîşan kir ku beşeke girîng a firotina çekan a berê hatibû rawestandin, bi temamî hatiye betalkirin û diyar kir ku ev biryar li ser 29 firotinên cuda ye. Wezîr ragihand ku wê paşerojê firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê ya di çarçoveya bernameya hevkariya bi NATO'yê re 'yek bi yek' lêkolîn bikin.

Tê zanîn ku Kanadayê heta sala 2019'an bi 150 milyon dolarê Kanadayê çek firotiye Tirkiyeyê û piraniya van jî teknolojiya di droneyên dewleta Tirk de pêk tê. Dewleta Tirk vê teknolojiyê li Lîbya, Qerebax û Kurdistanê di komkujiyên bi rêya droneyan de bi kar anî. Par di vê der barê de raporek hate weşandin û piştre hikumeta Kanadayê meha Cotmehê firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestand.