Serokwezîrê Îtalya ji bo Erdogan got: Dîktator

Serokwezîrê Îtalya yê nerazîbûnên tund nîşanî dewleta Tirk a li hember seroka Komîsyona YE’yê da, anî ziman ku divê bi vekirî Erdogan weke dîktator bê dîtin.

Rojên borî Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropa Ûlsûla von der Leyen û Serokê Komîsyona YE Charles Mîchel serdana Enqerê kiribû û bi Erdogan re civiya bû. Serdana ku YE ya têkildarî koçberan tawîz daye, bi dîplomasiyek cidî ya nêzîkatiyeke nabaş kete rojevê.

Di hevdîtina li gel Erdogan de ku Charles Mîchel li ser kursî da rûnişkandin û dîsa Seroka Komîsyona YE’yê van der Leyn jî li ser lingan mabû, piştre jî li pêşberî Wezîrê Karê Derve li ser qenepeyê da rûnişkandin.

Ev helwest di gelek weşanan de rê li ber nerazîbûnên tund hate vekirin û weke ‘sofagate’ ango ‘skandala qenepe’ hate vegotin.

Serokwezîrê Îtalya Marîo Draghî ê di konferansek a çapemeniyê de axivî, diyar kir ku heqaretk mezin li Seroka Komîsyona YE’yê hatiye kirin.

Draghî destnîşan kir ku Erdogan dîktator e û got: “Divê Seroka Komîsyona YE’yê navê rast li van bike, bi vê nêzîkatiya ku bi van dîktatoran re rû bi rû mayî, xemgîn bûm.”