Li gorî Kremlînê wê bi Ûkraynayê re şer çênebe

Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov îxtîmala şerê bi Ûkraynayê red kir.

Dîmîtrî Peskov ji televîzyona bi navê Rossya 1’ê re axivî û got “Bêguman tu kes nakeve rêya şerekî wisa û îxtîmala şerekî wisa jî qebûl nake.”

Peskov diyar kir ku wê tu kes îxtîmala şerê navxweyî ya li Ûkraynayê jî qebûl neke.

Li başûrê rojhilatê Ûkraynayê ji sala 2014’an û vir ve di navbera yekîneyên Kîevê û serhildêrên alîgirên Rûs şer heye. Di vî şerî de 13 hezar kes mirin.

Rûsya diyar dike tişta li Ûkraynayê şerekî navxweyî ye, li gorî rêveberiya Kîev û welatên rojava jî Rûsya alîkariya leşkerî, siyasî û malî dide serhildêran.

Di rojên dawîn de Rûsyayê hêzên leşkerî li ser sînorê Ûkraynayê û ser sînorên Kirimê bi cih kiribû. Li gorî Ûkraynayê Rûsya dixwaze hincetekê biafirîne û operasyoneke leşkerî bide destpêkirin.

Kremlînê diyar kir ku hêza wan li ser sînor heye û ew gefê li tu kesî naxwin.

Li herêmê ji havîna 2020’an û heta niha şer hema hema sekiniye lê di hefteyên dawîn de dîsa zêde bûye.

Ji serê salê û heta niha 26 leşkerên Ûkraynayê mirine û di sala 2060’an de jî 50 leşker miribûn.