Li Meksîkayê têkildarî windayan 30 leşker hatin destgîrkirin

Li herêma Tamaulipasê ya li bakurê Meksîkayê, di lêpirsîna têkildarî gelek kesên sala 2014'an hatin windakirin 30 leşker hatin destgîrkirin.

Li gorî medya xwecihî, têkildarî 25 kesên ku di dema destwerdana koma hêzên tayet a hêzên deryayî de hatibûn windakirin, leşker hatine destgîrkirin.

Hikumeta Meksîkayê ragihandibû ku têkildarî windakirina 43 xwendekarên li eyaleta Guerrero jî wê biryara girtina leşkeran bê dayin, lê belê girtina wan ti carî nehate piştrastkirin.

Tamaulipas ku trafîka narkotîkê lê zêde ye, yek ji wan bajarên Meksîkayê ye ku herî zêde mirov lê tên windakirin. Bi taybetî di dema rêwîtiya ber bi DYE'yê ve mirov tên windakirin.

Ji sala 2006'an dema destpêkirina operasyona leşkerî ya hikumetê ya li dijî trafîka narkotîkê û heta Kanûna 2020'î li Meksîkayê li gorî daneyên fermî 80 hezar û 517 kes hatin windakirin. Ji sala 2006'an û vir ve derdora 300 hezar kes hatin qetilkirin. Ji piraniya van daneyên fermî, rêxistinên sûc ên organîzeyî berpirsyar tên nîşandan.