Eren Keskîn: Peyama bi dîmen asta heyî nîşan da
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn bal kişand ser girîngiya peyama bi dîmen a Rêber Apo û anî ziman ku vê yekê asta heyî nîşan daye.
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn bal kişand ser girîngiya peyama bi dîmen a Rêber Apo û anî ziman ku vê yekê asta heyî nîşan daye.
Peyama bi dîmen a Rêber Apo ku piştî 26 salan hate weşandin li nava raya giştî deng veda. Parêzvana mafên mirovan Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn peyamam bi dîmen nirxand û bi bîr xist ku demeke gelekî dirêj li Îmraliyê tecrîd hebû.
Keskîn diyar kir ku ev peyama bi dîmen işaretê bi serdemeke girîng a meseleya Kurd dike û got, “Dema ku Ocalan anîn Tirkiyeyê ez yek ji 12 parêzerên wî yên destpêkê me û salên dûr û dirêj ji bilî çend parêzeran kesî nekarî wî bibîne, ji bilî dema ‘çareseriyê’. Ji ber ku tecrîdeke gelekî mezin hebû. Tecrîd dema dawî hate şidandin lê belê ji destpêkê ve li Girtîgeha Îmraliyê timî tecrîd hebû. Girtîgeheke welê ye ku ne diyar e bi ku ve girêdayî ye. Girtîgeheke welê bû ku hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê jî lê derbas nedibû û pîvanên hiqûqê bi ti awayî bi cih nedihate anîn. Vê yekê salên dûr û dirêj dewam kir.
‘PIŞTRAST DIKE KU MUXATAB TÊ DÎTIN’
Weşandina dîmenê kesekî bi vî rengî tecrîdkirî nîşan dide bê meseleya Kurd gihîştiye kîjan astê. Bi dîtina min ev rewş nîşan dide ku muxatabiya Birêz Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd hatiye qebûlkirin û hevdîtin jî di vê çarçoveyê de hatine kirin. Ji bilî vê yekê bêguman mirovan salên dûr û dirêj nedîtibûn, lewma bi bandor bûn.”
Eren Keskîn bal kişand ser şerê giran ê ku dewletê li Kurdistanê meşand û got, “Çareseriyeke aştiyane gelekî hêja ye. Lewma gelekî girîng e ku çek bêdeng bibin û hevdîtin jinûve li ser aştiyê bêne kirin.”
DEWLET JÎ NEÇAR E KU GAVAN BIAVÊJE
Eren Keskîn ragihand ku divê demokratîkbûneke giştî pêk wwere û got, “Hemû gavên ku niha têne dîtin, ji aliyê tevgera Kurd ve hatine avêtin. Dewlet neçar e ku ji aliyê qanûnê ve gavan biavêje. Mînak, berdana girtiyên siyasî, berdana girtiyên nexweş, pêkanîna azadiya fikir û rêxistinbûnê; ev hîn bi cih nehatine anîn.”
Eren Keskîn destnîşan kir ku ew hêvî dike ku dewlet wezîfeyên xwe bi cih bîne.