Hilbijêrên Ekvatorî di navbeyna rastgir û çepgiran de tercîha xwe dikin

Ekvatorî vê yekşemê di hilbijartina serokkomariyê de di navbeyna ekomonîstekî ciwan ê çepgir û yekî rastgir ku berê banqevan bû, wê tercîha xwe bikin.

Welatê petrolê ku nifûsa wê 17.4 milyon e, di rewşa krîza giran de ya ji ber Covîd-19'ê diçe ser sendoqê.

Di navbeyna du nanzetan de wê tercîh were kirin. Yek ji fîgûrê çepgir ê Emerîkaya Latîn ku 10 salan Ekvator rê ve birî, Rafael Correa destekÊ dide ciwanê çepgir ê 36 salî yê bi navê Andres Arauz.

Li pêşberî wî jî benqevanekî berê yê 654 salî û muxafazkar Guîllermo Lasso heye. Lasso ev cara sÊyan e ku di hilbijartina serokkomariyê de dibe namzet.

Ê serkeftî, wê bikeve şûjna Lenîn Moreno de ku 24'ê Gulanê dema peywira wî diqede.

Arauz, nametê Yekîtiya Hêviyê (UNES) ku bi helwesta polîtîk a dmeokrasiya sosyal e, di dora pêşî de 32,72 ji dengan standibû. Laaso yê ku alîgirê bazirganiya serbest e 19,74 ji dengan standibû.