Li Cîbûtî keştiya koçberan noqî avê bû: 34 kes mirin

Rêxistina Koçberan a Navneteweyî, ragihand ku di encama noqîavêbûna keştiya ku li paravên Cîbûtî yê 34 kes mirin.

Midûrê Rêxistina Koçberan a Navneteweyî ya Rojhilat û Şaxê Efrîqayê Mûhammed Abdîker li ser Twîtterê daxuyaniyek da û diyar kir ku bazirganên mirovan koçber li keştiyê siwarkirine.

Abdîker anî ziman ku 34 koçber li peravên Cîbûtî yê jiyana xwe ji dest dan, diyar kir ku di nava mehekê de ev bû cara duyemîn ku trajediyek wiha rû dide. 4’ê Adarê li boxaza Bab-un Mendebû 20 koçber jiyana xwe ji dest dabûn.

Çavkaniyeke ku ji Rêxistina Koçberan a Navneteweyî ku ji AFP’ê re axivî, ragihand ku di nava yên mirî de piranî zarok hene.

Hate ragihandin ku keştî roja Yekşemê saet 04:00’an li bakurê Obck a bajarê perav noqî avê bûye.

Çavkaniyê ev got: “Bûyera mijara gotinê, keştiyeke ku ji Yemenê nêzî 60 koçber lê siwar bûne ye.” Li gorî agahiyên kesên ji bûyerê filitîn dema ku keştî noqî avê bûye, hêzên ewlekariyê yên peravê li pey keştiyê ketine, lê ji ber şertên giran ên hewayê, pêl rabûne.

Cîbûtî yek ji rêya bazirganiya mirovan a koçber û mihacirên ji Yemenê vediqetin û diçin boxeza Bab-un Mendeb ye.

Abdîker got: “Bazirganên mirovan û kesên ji bêparastina koçberan sûdê digre û wana derbas dikin, girt û darezandina wan bûye yek ji karê esasî. Bi awayekî zêde gelek kes mirin.”

Di Cotmeha 2020’ê de 2 keştî noqî avê bûbû, bi kêmanî 50 kes jiyana xwe ji dest dabûn.