Li Çînê 21 kes li kana komirê asê man

Li herêma xweser a Sîncan Ûygûrê ya li bakur rojavayê Çînê, 21 kes li kaneke komirê asê man.

Li gorî ajansa nûçeyan a Xînhûayê, êvara Şemiyê dema ku li kana Fengyûanê karê nûkirinê dihate kirin, av kete hundirê kanê û karker asê man.

Di dema bûyerê de bi giştî 29 karker li kanê bûn. Hate ragihandin ku ji wan 8 kes hatin rizgarkirin.

Li Çînê bi giranî ji ber pirsgirêkên ewlekariyê li kanan qeza timî rû didin.

Meha Çileyê li rojhilatê welêt di encama teqînekê de devê kanekê xitimî bû û 22 kar du hefteyan li hundirê kanê asê mabûn. Ji wan 11 kes hatibûn rizgarkirin, 10 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn, yek jî winda bûbû.