Li Misrê bajarê herî mezin ê serdema antîk hate dîtin

Li Misrê di encama karên arkeolojîk de bajarê herî mezin ê serdema Antîk a welêt hate dîtin.

Li Misrê ku pîramîtên ji serdema Fîrewnan û bajarên antîk timî bala arkeologan dikişîne, niha jî bajarê herî mezin ê antîk ê welêt hate dîtin.

Wezîrê Antîkîte yê berê yê Misrê û arkeolog Zahî Hawass ragihand ku bajarê mezin ê antîk ku herî kêm 3 hezar salî ye, li Lûxorê hatiye keşifkirin. Hawass anî ziman ku bajarê antîk ê ku hatiye dîtin beriya 3 hezar û 400 salî hatiye çêkirin.

Li gorî daxuyaniya tîma kolandinê, bajarê antîk ji sdema Amenhotep ê 3'emîn maye ku beriya zayînê di navbera salên 1400 û 1350'î de bû. Hate ragihandin ku ev bajar heta dema Fîrewn Tûtankhamûn jî hatiye bikaranîn.

Li bajarê antîk avahiyên ku wê demê ji aliyê fîrewnan ve weke qesrê dihatin bikaranîn hene. Dîwarê hin ji wan heta niha li ser piyan mane. Bajarê antîk ê hate dîtin yek ji 'bajarên winda' bû û dîtina vî bajarî piştî dîtina gora Tûtankhamûn weke dîtina herî girîng tê nirxandin.

Li gorî Betsy Brîan a ji Zanîngeha John Hopkînsê, bi saya dîtina bajarê antîk wê li ser jiyana şaristaniya wê demê ya Misrê agahiyan peyda bikin.

Li bajarê antîk ê hate dîtin, tevî sê qesrên qraliyetê her wiha navendeke îdarî û bazirganiyê, herêmeke xwaringehê û firinek hatin dîtin.