Li Nîjeryayê gelek zarok hatin kuştin

Li Nîjeryayê ku timî bi êrişên çeteyên Boko Haram di rojevê de ye, tê gotin ku çeteyan niha jî gelek zarok qetil kirine.

Li Nîjeryayê ku zarok dibin hedefa gelek koman, di êrişên rêxistinên sûc de herî kêm 8 zarok hatin qetilkirin. Gelek zarok jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku êrişên li eyaleta Plateaûyê ji aliyê komên bi navê 'eşqiya' ve hatine kirin. Di daxuyaniya waliyê eyaletê Sîmon Lalong de hate ragihandin ku êriş li kaneke madenê ya li herêma Kûrû ya eyaletê hatiye kirin.

Tê îdîakirin ku kana ku êriş lê hate kirin li derveyî qanûnan e. Rayedar dibêjin, gelek kanên qaçax ên li eyaletên navîn û bakurrojava yên welêt, çavkaniya herî girîng a fînansmanî ya çeteyên sûc e.

Li Nîjeryayê her wiha êrişên çeteyên Boko Haram ên ser bi DAÎŞ'ê jî timî dikeve rojevê. Bi taybetî ji sala 2012'an ve gelek caran avêtin ser dibistanan û her carê bi sedan zarok revandin. Herî dawî di operasyoneke çend roj berê de 5 jê zarok bi dehan kes ji destê çeteyan hatibûn rizgarkirin.