BI DÎMEN

'Divê her kes li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker helwesta xwe raber bike'

Şêniyên Efrînê yên li Kampa Serdemê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, banga xurtkirina yekîtiyê li tevahiya gelê Kurd kirin û gotin, divê li dijî van êrîşên qirkirinê her kes helwesta xwe raber bike.

Dewleta Tirk a dagirker ji êvara 23’yê Cotmehê ve li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşeke berfireh da destpêkirin û di encama van êrîşan de bi dehan sivîl şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn. Her wiha ji ber pêla êrîşê ya nû bi dehan navenda xizmeta civakî û binesaziyên herêmê hedef hatin girtin û ji xizmetê derket. Yek ji wan herêmên ku ziyanên mezin lê pêk hatine û sivîl lê şehîd bûne Kantona Şehba-Efrîn e.

Hevserokê Meclîsa Kampa Serdem Hesen Hesen ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku piştî dagirkirina Efrînê û koçberiya gel ya ber bi herêma Şehbayê her roj bê navber dewleta Tirk a dagirker êrîş pêk tîne û got ji 23’yê Cotmehê û vir ve êrîşeke berfireh ku bi xwe re ziyaneke giran anî, tê kirin.

‘DIVÊ LI DIJÎ VAN ÊRÎŞAN HER KES HELWESTA XWE RABER BIKE’

Hesen, anî ziman ku li ser dagirkirina bajarê Efrînê û koçberiya gel a li herêma Şehbayê 7 sal bihurî ne û wiha got, “Ev 7 sal in gelê Efrînê li Kampa Serdem li dijî her cure êrîş li ber xwe didin. Di nava şert û mercên herî zehmet de gel bi hêviya vegera warên xwe, têkoşîna jiyanê didin. Di encama êrîşên dawî yên dewleta Tirk ên li dijî herêmê ku nêzî Kampa Serdem pêk hatin de gelek mirovên sivîl şehîd bûn. Gelek mirovên nexweş li vir hene. Welatiyek ji ber bombebarana zêde, di encama qeyrana dil de jiyana xwe jidest da.”

Hesen, destnîşan kir ku divê kesên qala maf dikin, li dijî van êrîşan dengê xwe bilind bikin û ev tişt gotin, “Dewleta Tirk bi hincetên vala êrîşên cur be cur li dijî herêmê pêk tîne. Sûcê şer dike. Divê her kes li dijî van êrîşan helwesta xwe raber bike.”

‘BI HÊVIYA VEGERA BI RÛMET EM LI BER XWE DIDIN’

Jina navê Fadîle Mihemed a ku li Kampa Serdem têkoşîna jiyanê dide, wiha axivî, “Piştî dewleta Tirk Efrîn dagir kir, em hatin û li kampê bi cih bûn. Lê ji wê demê ve em li vir rastî êrîşa wan tên. Gelek zarok li van kampan dijîn, derûniya wan xirab dibe û ditirsin. Ji roja em koçber bûne û heta niha êrîşên dewleta Tirk rojane ser herêmên çêdibin, me mal û milkên xwe li Efrîn hiştin em li vir ji bo vegerek bi rûmet li ber xwe didin. Bi hêviya rojekê Efrîn rizgar bibe û dewleta Tirk û çeteyên wê têk biçin, em îro li vir liber xwe didin. Ev êrîş li pêşiya tevahiya cîhanê tê kirin. Hemû hêz li hemberî van komkujiyan bêdeng dimînin.”

‘DIVÊ GELÊ KURD YEKÎTIYA XWE XURT BIKE’

Ekrem Bekîr ê ku li gundê Til Qerah bi cih bûye jî, anî ziman ku ti êrîş ew ê berxwedana wan ranewestîne û got, “Dewleta Tirk bi salan e li dijî gelê Kurd êrîşên qirkirinê pêk tîne. Îro li ber çavê tevahiya cîhanê bi awayekî eşkere van êrîş û komkujiyan dike. Li cihek teqîn çêdibe, yekser dewleta Tirk vê yekê dike hincet û êrîş dike. Divê bê zanîn li dijî van êrîşan weke gelê Kurd em ê her li ber xwe bidin. Em ê şopdarê zarokên xwe yên leheng bin. Dewleta Tirk di dawiyê de li hember vê berxwedanê dê têk biçe. Li dijî van êrîşan divê gelê Kurd yekîtiya xwe ava bike û xwe ji her demê xurtir bike. Serketina me teqez e.”