BI DÎMEN

Şêniyên Amûdê: Bila rêxistinên mafên mirovan dengê xwe bilind bikin

Şêniyên Amûdê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û ev bang kirin: “Em bang li tevahî rêxistinên mafên mirovan dikin ku li dijî van êrîşan helwesta xwe diyar bikin û dengê xwe bilind bikin.”

Dewleta Tirk a dagirker ji êvara 23’yê Cotmehê ve li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşeke berfireh da destpêkir. Di encama êrîşan de bi dehan sivîl şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn. Di heman demê de bi dehan navendên xizmetguzarî û binesaziyên herêmê hedef hatin girtin û heta demek dirêj wê ji xizmetê derketî bin. Yek ji wan bajarên ku ziyanên mezin bi van êrîşan li pey xwe hiştine, bajarê Amûdê ya Kantona Cizîrê ye.

‘EM Ê BI SER BIKEVIN’

Şêniyên bajarê Amûdê bertek nîşanîn êrîşan dan. Welatiyê bajarê Amûdê Dilovan Kêfo têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha axivî: “Dewleta Tirk a dagirker çiqasî êrîşî me bike, wê nikaribe vîna me bişkîne. Bila dewleta Tirk a dagirker di wê ferqê de be ku em roj bi roj bi xaka xwe ve tên girêdan. Em ê piştgiriya hêza xwe bikin. Armanca dewleta Tirk a dagirker dixwaze fitneyekê bixe navbera tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, lê wê nikaribe armanca xwe bigihîne serî û em ê bi ser bikevin.” 

‘EM EVÎNDARÊ AXA WELATÊ XWE NE’

Mira Zoro ya ji bajarê Amûdê da zanîn ku ev êrîş wê bi vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk biçe û got: “Em êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar dikin. Em ê bi hev re û bi helwestek hevpar êrîşên dewleta Tirk têk bibin. Dema dewleta Tirk a dagirker êrîşî cihê me yê xizmetguzariyê dike, difikire ku wê jiyana me reş û zehmet bike. Bila baş bizanibe ku em evîndarê xaka welatê xwe ne ya ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Ez çalakiyên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji Amûdê heta çiyayan silav dikim, em ê her kêlî li kolanan bin û li ser piyan bin da ku her kes bizane em bi hêza xwe re ne. Di dawî de ez dewletên navnetewî yên ku li hemberî êrîşê dewleta Tiirk bê deng û bê helwest dimînin şermezar dikim. Bila êdî helwestekê nîşan bidin û van êrîşan rawestînin.” 

‘BILA RÊXISTINÊN MAFÊ MIROVAN DENGÊ XWE BILIND BIKIN’

Jina bi navê Sûad Seîd a ji bajarê Amûdê bi tundî êrîş şermezar kir û got ku dijmin çiqas li dijî wan şer bike, ew ê li ser fikr û felsefeya Rêber Apo gavekê paş ne avêjin û têkoşînê mezin bikin. Sûad Seîd, wiha dom kir: “Heta dilopek xwîn di giyanê me de hebe em ê li ber xwe bidin. Dewleta Tirk êrîşî qadên jiyanê û cihê binesaziya herêmê dike. Dewleta Tirk bi van êrîşan armanc dike ku gelê herêmê koçber bibe û vîna wan bişkîne. Em bang li tevahî rêxistinên mafên mirovan dikin ku li dijî van êrîşan helwesta xwe diyar bikin.”

‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ BILIND BIKIN’

Ciwana ji bajarê Amûdê Delîla Agirî jî diyar kir ku ew ê xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin û wek ciwanên jin ew ê têkoşînê roj bi roj mezin û xurt bikin. Delîla Agirî anî ziman ku ew ê li dijî êrîşan têkoşînê bilind bikin û got: “Dewleta Tirk êrîşî gel û qadên jiyanê dike. Dixwaze bi van êrîşan xelkê herêmê koçber bibe û aramiya herêmê têk bibe. Lê wê ev êrîş negihin armanca xwe.” 

‘DEWLETA TIRK ÊRÎŞÎ SIVÎLAN DIKE’

Şaha Seîd jî bertek nîşanî êrîşan dan û got: “Em dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê bi tundî şermezar dikin. Dewleta Tirk bi hemû çek û topên xwe êrîşî sivîlan dike, ev jî sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ligel ku ev êrîş li ber çavê tevahiya cîhanê pêktên jî raya giştî bêdengiya xwe diparêz e. Bêdengî hevkariya sûcên dewleta xwînxwar e. Weke welatiyên Herêma Bakur û Rojhiatê Sûriyeyê em ê bi hemû hêza xwe parastina xwe bikin û piştgiriya hêza xwe bikin.”