Şêniyên Hol, Şedadê û Til Hemîsê li dijî dagirkeriyê meşiyan
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Hol, Şedadê û Til Hemîsê bi meşekê hate protestokirin. Di meşan de peyama domandina berxwedanê heta serkeftinê hate dayîn.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Hol, Şedadê û Til Hemîsê bi meşekê hate protestokirin. Di meşan de peyama domandina berxwedanê heta serkeftinê hate dayîn.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li bajarên Holê, Şedadê û Til Hemîsê hatin şermezarkirin.
HOL
Bi sedan şêniyên bajarê Holê bi meşekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. Di meşa ji pêşiya avahiya Saziya Perwerdeyê destpê kir de, wêneyên qurbaniyên êrîşên dewleta Tirk û pankartên şermezarkirina êrîşan hatin vekirin û bênavber jî dirûşme hatin berzkirin.
Meş li têketina bajar sekinî. Li vir piştî deqeya rêzgirtin, bi navê şêniyên Holê Ehmed El Ebdo axivî. Ehmed êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrîşan hewl dide pirsgirêkên xwe yên navxweyî derxe derve.
Her wiha da zanîn ku êrîşên li ser qadên sivîlan û binesaziyê sûcên şer in û diyar kir ku ev êrîş armancên dewleta Tirk ên firehkirina qada dagirkeriyê û têkbirina ewlehiya herêmê eşkere dike.
Ehmed El Ebdo di dawiya axaftina xwe de ev peyam da "Em şêniyên bajarê Holê van êrîşên domdar bi tundî şermezar dikin. Êrîş îradeya gelê me yê berxwedêr naşkîne. Gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bêdeng nemîne, wê bi hemû rêbazên rewa xak û rûmeta xwe biparêze. Keda şehîdan wê vala neçe, em ê heya azadiyê têbikoşin."
Rêvebera Kongra Star Bedriye Hesen jî anî ziman ku ev êrîş bêçarebûna dewleta Tirk û reva wê ji pirsgirêkên xwe yên navxweyî nîşan dide.
Bedriye da zanîn ku armanca dewleta Tirk têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e û got: "Dagirker wê bi van êrîşan nikaribe îradeya gelê me û îsrara me ya berxwedanê lawaz bike. Gelê me yê rêya berxwedan û têkoşînê hilbijartiye, piştgiriyê dide QSD û Asayîşê û dê planên dagirkeran têk bibe."
Meş bi berzkirina dirûşmên şermezarkirina dagirkeran û silavkirina berxwedana gel bi dawî bû.
ŞEDADÊ
Meclisa Bajarê Şedadê jî bi beşdariya bi sedan şêniyên bajar û xelkên bajarokê Erîşe, Mergeda, Deşîşe û Ebdan meşek li dijî êrîşên dagirkeriyê li dar xist.
Girseya meşê ku ji Parka Rêbertî heya ber avahiya Tevgera Ciwanên Şoreşer a Sûriyeyê meşiyan dirûşmên şermezarkirina êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker berz kirin.
Meş li ber avahiya Tevgera Ciwanên Şoreşger sekinî û axaftin hatin kirin. Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan rêvebera meclisê Îman El Ferec anî ziman ku pergala dewleta Tirk a dagirker bingeha dîktagoriyê ye û sedema qetilkirinên li herêmê ye.
Îman bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrîşan şermezar kir û diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li ber xwe dide.
Bi navê PYDˈê jî Mihêdî El Dixêm jî bi bîr xist ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê ji dema berxwedana gelên herêmê ya li dijî çeteyên DAÎŞˈê dest pê kiriye.
El Dixêm diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe bi Rêveberiya Xweser ve girêdayî ye û piştgiriyê didin QSDˈê.
Di dawiya mîtîngê de dirûşmên silavkirina berxwedanê û şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker hatin berzkirin.
TIL HEMÎS
Li bajarê Til Hemîsê jî tevî endamên saziyên sivîl, xizmetguzarî, partiyên siyasî û rûspiyên eşîran, bi sedan şêniyan ji pêşiya avahiya Meclisa Bajarê Til Hemîsê heya Çerxerêya Sewami meşiyan.
Meşvan li Çexerêya Sewami (Embara Genim) sekinî. Li vir jî endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Xalid Al Nayîf axivî û diyar kir ku dê heya têkbirina êrîşan li ber xwe bidin.
Endama Kongra Star Mawiya El Hedîd jî diyar kir ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li ser navendên xizmtguzarî dixwaze aloziyeke aborî û mirovî li herêmê çêke.
Hevserokê Meclisa Bajarê Til Hemîsê Mihemed El Şemer jî îşaret bi xeta berxwedanê ya gel a li hemberî êrîşan kir û bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku hesab ji dewleta Tirk a dagirker biprisin.