ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
'Kes nikare destê xwe dirêjî axa me bike'
Fermandara Tabûra Çekên Giran a YPJ'ê û yekemîn bikarhênera hawanê ya Şoreşa Rojava Rûbar Qamişlo got, "Çawa ku me ew destê dirêjî Kobanê bû anîn xwarê, li Efrînê jî em ê heman tiştî bikin." -
Gundiyên Efrînê: Em li ser axa xwe ne û bi ti cihî ve naçin
Gundiyên li ser sînor ku ji ber bomberdûmana dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê xaniyên wan xera bûn, ji aliyê gel û komunan ve tên pêşwazîkirin. Efrîniyan deriyê mala xwe li welatiyên xaniyên wan xera bûne vekirin. -
Şervanên YPG/YPJ'ê wesayiteke BMB li Bilbilê teqandin
Berxwedana Serdemê ya şervanên YPG/YPJ'ê didome. Li navçeya Bilbilê ya Efrînê wesayiteke bi tîpa BMB a artêşa Tirk a dagirker hate teqandin. Şerê li gundê Şêxurze jî didome. -
Li gundê Şêxurzê şerekî dijwar diqewime
Li gundê Şêxurzê, di navbera şervanên YPG/YPJ û hêzên dagirker de şerekî dijwar diqewime. -
Çavkaniyên YPG’ê: 50 leşker û çeteyên dijmin hatin kuştin
Çavkaniyên YPG’ê, ragihand ku di çalakiyên şervanên YPG’ê û YPJ’ê yên li nuqteyên cuda yên navçeya Şera ya Efrînê de herî kêm 50 leşker û çeteyên OSO hatine kuştin. -
Cenazeyê şehîd Mihemed Hemo hate veşartin
Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê cenazeyê şervanê YPG‘ê Mihemed Hemo (Dilbiwîn) ê ku di encama nexweşiyê de şehîd bû, li Goristana Şehîd Dicle veşartin. -
Bi hezaran kesên li dijî êrîşa dagirkeriyê gihiştin Efrînê
Bi hezaran kesên ku ji her deverên Bakurê Sûriyeyê ketibûn ser rê gihiştin Efrînê. -
NÛ BÛ-YPG/YPJ'ê li Efrînê lêxistin: 10 leşker û çete hatin kuştin
Şervanên QSD’ê li dijî leşkerên li derdorî gundê Alaqina ya Şera bi cih dibûn çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de 10 leşker û çete hatin kuştin. -
Cenazeyên şehîdên Bagera Cizîrê spartin axê
Welatiyên Dêra Zorê cenazeyê 3 şervanên QSD‘ê yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Xidir El-Hemade bi merasîmekê spartin axê. -
Li gundê Şediye yê Raco 9 leşker û çete hatin kuştin
Li gundê Şediye yê girêdayî navçeya Raco ya Efrînê 9 leşker û çete hatin kuştin. -
Li Şiyê kêliyên rûxandina tanka dagirkeran...
Şervanên QSD’ê dîmenên rûxandina tanka li navçeya Şiyê ya Efrînê weşand. -
Yekîtiya Ciwanên Rojava: PDK bi fermana Erdogan tev digere
Yekîtiya Ciwanên Rojava ragihand ku li Efrînê berxwedanekî dîrokî heye û meşa ciwanên Başûrê Kurdistanê silav kir. -
Kêliyên rûxandina wesayîta leşkerî
Di çalakiya şervanên YPG’ê ya li gundê Xelîl a girêdayî navçeya Mabata li dijî artêşa Tirk a dagirker de, wesayîtek hate rûxandin û 8 leşker û çete hatin kuştin. -
Cenazeyê şehîdê QSD`ê Akîf hate veşartin
Welatiyên navçeya Eyn Îsa û Reqayê, cenazeyê şervanê QSD` Elî Silêman ê li Reqayê şehîd bibû, Goristana gundê Hikumî veşartin. -
Ji saziyên mirovî ji bo şandina koçberên Sûriyeyî hişyarî
Konseya Alîkariya Penaberan a Norwêcê û CARE International jî di nav de gelek saziyên sivîl di derbarê penaberên ji Sûriyê raporek amade kirin û di raporê de têkildarî bi zorê şandina penaberan hişyarî hate kirin. -
QSD`ê bîlançoya roja 17`an Efrînê eşkere kir
Navenda Çapemeniyê ya QSD`ê bîlançoya şer û çalakiyên roja 5`ê Sibatê ya 'Berxwedana Serdemê' ya Efrînê eşkere kir. -
Cenazeyê şervanên YPG’ê Rênas û Xelîl spartin axê
Welatiyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanên YPG’ê Rênas Ehmed û Xelîl Dawûd bi merasîmekê li goristana Şehîd Dijwar spartin axê. Li aliyê din nasnameya 2 şervanên YPG’ê jî hate ragihandin. -
YPG'ê dîmenê tanka ku îro hate rûxandin weşand
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê dîmenê tanka ku îro li gundê Bekê yê navçeya Bilbilê ya Efrînê hate rûxandin weşand. -
Li Skoçya, Ingilîstan û Rûsyayê protestoyên 'dagirkirinê'
Li Skoçya, Ingilîstan û Rûsyayê êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li hember Efrînê hatin şermezarkirin. -
Artêşa dagirker top avêt avahiya Heyva Sor
Artêşa Tirk a dagirker top avêt navenda Heyva Sor a Kurd a li Racoyê. -
Cenazeyê 22 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ hatin veşartin
Bi sedan welatiyên Kantona Efrînê bi merasîmeke bi heybet cenazeyê 22 şehîdên 'Berxwedana Serdemê' li Goristana Şehîd Avesta Xabûr spartin axê. -
YPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 3 şervanên xwe ku di demên cûda de şehîd bûn, ragihand. -
Tîma Bagerê ya YPJ'ê tankeke din rûxand
Tankeke din a artêşa Tirk a dagirker, li gundê Hesirke yê navçeya Cindirêsê ji aliyê endamên Tîma Bagerê ya YPJ'ê ve hate rûxandin. -
Gaveke din nêzî berxwedanê bûn, meşvanên Efrînê gihiştin Minbicê
Li ser banga TEV-DEM’ê duh ji herêmên Cizîr, Firat û Helep û Şengalê ber bi Efrînê ve meşek hatibû lidarxistin. Di roja 2’emîn a meşê de, meşvanên Efrînê gihiştin Minbîcê. -
Li Şerayê derba giran li dagirkeran hate xistin
Li gundê Dîkmetaş ê navçeya Şera ya Efrînê, di navbera hêzên dagirker û şervanên QSD'ê de şerekî dijwar diqewime.