Cenazeyê şervanên YPG’ê Rênas û Xelîl spartin axê
Welatiyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanên YPG’ê Rênas Ehmed û Xelîl Dawûd bi merasîmekê li goristana Şehîd Dijwar spartin axê. Li aliyê din nasnameya 2 şervanên YPG’ê jî hate ragihandin.
Welatiyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanên YPG’ê Rênas Ehmed û Xelîl Dawûd bi merasîmekê li goristana Şehîd Dijwar spartin axê. Li aliyê din nasnameya 2 şervanên YPG’ê jî hate ragihandin.
Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanên YPG’ê Rênas Ehmed (Ceger Hesekê) û Xelîl Dawûd (Şoreş Hesekê) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Dijwar ve ketin rê.
Li goristanê ji bo cangoriyên azadiyê deqîqeyekê rêz hate girtin û piştre merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Nesrîn Mirî axivî, sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û bal kişand ser piştgiriya gelê Hesekê ya ji bo gelê Efrînê.
Fermandarê YPG′ê Kawa Hesekê jî axivî û got “Wê QSD ji bo azadî û rûmeta gelê xwe berxwedan û têkoşîna xwe bidomîne. Bila dewleta Tirk baş bizanibe em destûr nadin ku bihustek ji axa Efrînê dagir bike.”
Her wiha Endamê PYD′ê Şaha Sîno jî da zanîn ku gelên Bakurê Sûriyeyê ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn bedelên giran didin.
Di dawiyê de, nasnameyên herdU têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan li goristanê bi tilîliyên dayîkan û dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ hatin veşartin.