Li Skoçya, Ingilîstan û Rûsyayê protestoyên 'dagirkirinê'

Li Skoçya, Ingilîstan û Rûsyayê êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li hember Efrînê hatin şermezarkirin.

Li paytexta Skoçya Edînburgê êrîşên dagirkeriyê yên li hember Efrînê hatin protestokirin. Di çalakiyê de ji bo rawestandina êrîşan bang li derdorên navneteweyî hate kirin.

Di çalakiyê de nijadperestekî Tirk xwest  girseyê proveke bike û êrîşî gel kir. Êrîşkar ji aliyê gel ve hate astengkirin û polîs ew girte bin çavan.

Piştî çalakiyê Kurdistanî û dostên wan li Komeleya Kurdan civiyan û plansaziyeke nû ji bo çalakiyan derxistin.

LONDON

Li paytexta Ingilîstan Londonê bi hezaran kes ji bo Efrînê meşiyan. Yekîtiya Heza Demokratîka a Brîtanya jî piştgirî da meşê. Meşê ji li gara trênê Manor House ya li Bakûrê Londonê dest pê kir. Girse ber bi Wood Grên ve meşiya. 

Di meşê de dirûşmeyên li dijî dewleta Tirk hatin qîrîn. Di dema meşê de faşîstan serî li provakasyonan da. Provokatorekî 30 salî ji aliyê çalakvanan hate astengkirin.

ADIGEY

Kurdistaniyên li Komara Xweser Adigey a Rûsyayê dijîn li hember êrîşên dewleta Tirk meşiyan.

Meş ji aliyê Otonomiya Çanda Kurd a Adigey û Organîzasyona Jina Kurd a Adigey-Bêrîtan ve hevpar hate organîzekirin û bi hezaran kes tevlî meşê bûn. Girse ji navenda bajêr heta Navenda Çanda Kurd meşiya, alên YPG û YPJ'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin. Herwiha wêneyên sivîlên li Efrînê hatine qetilkirin hilgirtin.

Hevseroka Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê Sînem Broyeva piştî meşê wiha axivî: "Erdogan ji kîjan dewletan wê cesaretê digire ku bi hesanî dikare êrîşî Kurdan bike? Dewletên ku di vî warî de cesaretê didinê jî hevparê vî sûcê mirovahî, hevkarê Erdogan in. Rûsya her roja diçe li Sûriyê wenda dike. Beramberî ku Tirkiyê herî zêde bi Rûsyayê dide wendakirin jî, çima li hember vê operasyonê Rûsya bêdeng dimîne? Em weke Kurdistaniyên ku welatê Rûsyayê ne, deng li Serokê Dewleta Rûsyayê dikin; Li hember van kuştinên Tirkiyê bêdeng nemîne.