YPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 3 şervanên xwe ku di demên cûda de şehîd bûn, ragihand.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 3 şervanên xwe yên di demên cûda de şehîd bûn eşkere kir. 

Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPG’ê hatî weşandin wiha ye;

"Li Rojava û Bakurê Suriyê şerê ku li dijî dagirkeran û terorîstan tê meşandin bênavber dewam dike. Di vê çarçoveyê de hevrêyekî me di Pêngava Bagera Cizîrê a rizgarkirina Dêra Zorê de bi lehengî li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer kir û şehîd bû. Hevrêyekî me di dema paqijkirina Reqayê ji bermahiyên çeteyan de şehîd bû.

Hevrêyekî me ku li Kobanê bi erk û peywira xwe radibû, ji ber nexweşiyeke giran şehîd bû."

Di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan û gel hat xwestin û li ser nasnameya şehîdan ev agahî hate dayin:

 

 

Nasnav: Akif Girêspî

Nav û Paşnav: Elî Silêman

Navê Dayikê: Zehra

Navê Bav: Bozan

Cihê Ji Dayikbûnê: Reqa

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 2 Sibat 2018

 

 

Nasnav: Masîro Kobanê

Nav û Paşnav: Mihemed Hemî

Navê Dayikê: Fadîle

Navê Bav: Îso

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / 30 Çile 2018

 

 

Nasnav: Şevger Kobanê

Nav û Paşnav: Setam Casim

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Nayif

Cihê Ji Dayikbûnê: Kobanê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêra Zor / 15 Çile 2018