Cenazeyê 22 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ hatin veşartin
Bi sedan welatiyên Kantona Efrînê bi merasîmeke bi heybet cenazeyê 22 şehîdên 'Berxwedana Serdemê' li Goristana Şehîd Avesta Xabûr spartin axê.
Bi sedan welatiyên Kantona Efrînê bi merasîmeke bi heybet cenazeyê 22 şehîdên 'Berxwedana Serdemê' li Goristana Şehîd Avesta Xabûr spartin axê.
Welatiyên Efrînê cenazeyê şervanên QSD'ê Mihemed Mihdî Umer (Şahîn Sundus), Abdîn Eqas (Birûsk), Hesen Hesen (Mezlûm Nesriye), Mehmûd Hisên (Deştî Amanos), Îsmaîl Îsmaîl (Rêdûr Bêkes), Mihemed Hemû (Mîtan Umer), Xebat Dilşêr, Şêrzan Keferok, cenazeyê şervanên YPJ′ê Semîra Osman (Vejîn Elî Şêr) Hêvîdar Azad û Dilxwîn Can Dijwar, cenazeyê şervanên Hêzên Xweparastinê Ehmed Ebdo, Hesen Hemade, Ebdo Heşel, Ebdullah Şewbek, Midûr Şêxo, Kawa Elûş, Ebdulrehman Xelo, Endamên Hêzên Asayîşê Ehmed Silêman, Cemal Misto û Ocalan Bekir ji nexweşxaneyê wergirtin û bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ ber bi goristana Şehîd Avesta Xabûr a dikeve gundê Kever Şêlê ve ketin rê.
Li goristanê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hate girtin. Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan a Kantonê Fewzî Seydo axivî û da zanîn ku Artêşa Tirk û çeteyên wê nikarin berxwedana şervanên QSD'ê yên leheng têk bibin. Seydo got ku gelê Kurd li ser esasê felsefeya Rêbertiyê têdikoşe û destûr nade ku dewleta Tirk axa Efrînê dagir bike.
Hevserokê Meclîsa Kantonê Mustefa Hesen jî diyar kir ku gelê Efrînê yên ku pêşengiya Berxwedana Serdemê dikin xwediyên axê ne û vîna wan tu carî nayê şikandin.
Hesen da zanîn ku dagirkeriya Tirk sivîlan dike hedef û got, ev yek nîşaneya têkçûna wan li hember QSD'ê ye.
Cenazeyên şehîdên 'Berxwedana Serdem' bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayikan li goristanê hatin veşartin.