Gaveke din nêzî berxwedanê bûn, meşvanên Efrînê gihiştin Minbicê

Li ser banga TEV-DEM’ê duh ji herêmên Cizîr, Firat û Helep û Şengalê ber bi Efrînê ve meşek hatibû lidarxistin. Di roja 2’emîn a meşê de, meşvanên Efrînê gihiştin Minbîcê.

Li ser banga TEV-DEM’ê duh ji herêmên Cizîr, Firat û Helep û Şengalê ber bi Efrînê ve meşek hatibû lidarxistin û meş di roja 2’emîn de didome.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên OSO yên ku berê endamên DAÎŞ-El Kaîdeyê bûn, 17 roj in bi rêyên hewayî û bejahî êrîşî gund û navçeyên Efrînê û herêma Şehbayê dikin. Kurdistan di serî de, li her derê nerazîbûnên li hemberî vê dagirkeriyê zêde dibe.

Çalakiyên ji bo piştgiriya Efrînê ji Ewrûpayê heta Amerîkaya Latîn û li hemû bajarên Bakurê Sûriyeyê bi rojan e, didome.

Herî dawîn duh li Bakurê Sûriyeyê bi hezaran kes ji bo piştgiriya Berxwedana Efrînê derketibûn rê. Kesên ji herêmên Şengal, Cizîr û Firatê derketibûn rê, bi şev li Kobanê man.

Meşvanên Efrînê sibehê dîsa dest bi meşê kirin û a niha gihiştine Minbîcê. Piştî ku konvoy gihişt Minbicê tê payîn ku gelê Minbicê jî tevlî meşê bibin û ber bi Efrînê ve têkevin rê.