QSD’ê bîlançoya roja 30’an eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya roja 30’an a ‘Berxwedana Serdemê’ ya li Efrînê eşkere kir.

Navenda Ragihandê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya roja 30’an a ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir. QSD’ê ragihand ku  hêzên wan şevê din li dijî nuqteyên terorîstan li gundê Aqçelê çalakiyeke bi serkeftî li dar xistiye ku artêşa Tirk a dagirker gund û navçeyên Efrînê topbaran kir û got ku şer heta vê kêliyê berdewam e.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye;

ŞERA

*Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên Cebhet El-Nesra duh hetanî saetên şevê bi çekên giran gundê Koblaka topbaran kirin, di encamê de hejmareke sivîl birîndar bûn û ziyanên mezin gihiştin mal û milkên sivîlan.

*Duh hetanî saetên sibehê li derdora gundê Dîkmadaş şer qewimî, di heman demê de gund bi çekên giran hate topbarankirin. Şer heya seatên piştî nîvro kêm bû , di heman demê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên El-Nusra û DAIŞ‘ê gundê Çema bi çekên giran topbaran kirin, topbaran heta sibehê dom kir.

*Li derdora gundê Draqiya û Sarîcik şer di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker rû da, artêşa Tirk, di heman demê de hetanî danê serê sibe gund dane ber topan.

CINDIRÊSÊ

*Artêşa Tirk a dagirker û hevalbendên wê (Cebhet El-Nusra/DAIŞ) bi çekên giran topbarana li ser gundên herêma Cindirêsê didomîne. 4 top li gundê Kanî Morîk(Kanî Gewrikê ) ketin, artêş Tirk a dagirker rojhilatê Cindêrisê gundên li beramberî qereqolên xwe topbaran kir.

*Artêşa Tirk a dagirker û terorîstên Cebhet El-Nusra/ DAIŞ duh êvarî, bi çekên giran malên sivîlan ên li derdora gundê (Dêwa) Til Selor topbaran kirin, topbaran heta saetên sibehê dewam kir. Hêzên me şevê din, li derdora gundê Aqçile li dijî nuqteyên terorîstan çalakiyeke bi bandor pêk anîn, piştî çalakiyê şer derket û heya derengiya şevê dewam kir.

*Dijmin ku li hemberî me xwe nagirin, dîsa çekên giran li dijî gundan pêk tîn, topbarana heta vê kêliyê didome. Di heman demê de balafirên keşfê digerin.

BILBILÊ

Gundê Şêxorzê duh bi şev rastî bombebarana balafiran û topbaranê hat. Her wiha hemû gundên derdora Bilbilê bi çekên giran hatin topbarankirin.

RACO

Derdora gundên herêmê ji saetên duh êvarî hetanî vê sibehê bibû hedefa çekên giran.

Topbarana hovane li ser gundan dewam dike, heta vê kêliyên jî balafirên keşfê digerin.

ŞIYÊ

 Ji saetên duh bi şev hetanî sibehê ve, gundên navçeya Şiyê bi çekên giran hatin topbaran kirin. Piştî saetên piştî nîvro, artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran gundên navçeyê topbaran kirin, her wiha balafirên keşfê heta kêliya amadekirina raporê li ser herêmê digerin.

EFRÎN

Ji şevê din hetanî serê sibehê ve, derdora bajar bi çekên giran hatin topbarankirin.

MABETA

Artêşa Tirk a dagirker gundê Hebo, Sariya, Demilya, Bedîna bi çekên giran topbaran kirin. Topbaran heta heta vê kêliyê didome. Topbarana li ser gundê Bedîna dijwartir e.”