14 şehîdên azadiyê bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin

Bi hezaran welatiyên Kantona Efrînê cenaeyê 14 şervanên YPG/YPJ, Hêzên Asayîşê yên di ‘Berxwedana Serdemê’ de şehîd bûbûn, bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Avesta Xabûr veşartin.

Bi hezaran welatiyên Efrînê cenazeyê şervanên YPG/YPJ û Hêzên Asayişê ‘Fethî Seydo, Mihemed Elûş, Barîn Dilşêr, Receb Talib, Şiyar Elîko, Farûq Bîlal, Ebdo Xelîl (Yilmaz Çiya), Cûma Adil (Azad), Ehmed Xalid (Esmer Heleb), Ehmed Besmencî (Baran Heleb), Ehmed Mustefa (Cûdî Amanos), Baran Efrîn, Sînan Efrîn û Arjîn Kobanê yên di Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn, ji nexweşxaneya Avirîn wergirtin û ber bi goristana Şehîd Avesta Xabûr a li gundê Kefer Şêlê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî hat lidarxistin. Piştre li ser navê Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê Hêvîn Reşîd axivî û wiha got; “Ev mehek e gelê Efrînê li hemberî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe dide. Gelê Efrînê wê serketinên mezin bi dest bixe. Baweriya gelê Efrînê bi şervananên azadiyê heye ku axa welat li hemberî hemû êrîşên dagirkeriyê biparêze.”

Piştre jî Endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Îbrahîm Xelîl axivî û diyar kir ku ew çeka zarokên xwe li erdê nahêlin û soza şopandina rêya cangoriyên azadiyê da.

Di dawiyê de cenazeyên têkoşeran bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ , ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ û tilîliyên dayîkan li goristanê hatin veşartin.