QSD’ê bîlançoya roja 29’an a berxwedana Efrînê eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê encamên bîlançoya 24 saetên Berxwedana Serdemê ya li Efrînê eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku dibe li gundê Erendê çekên kîmyewî hatibin bikaranîn.

Navenda Ragihandinê ya Q SD’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di berxwedana 24 saetên berxwedana Efrînê ya roja 29’an de herî kêm 15 leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê hatine kuştin.

Di daxuyaniya QSD’ê de ev agahî hatin parvekirin

ŞIYÊ

Gundê Erendê rastî hovîtiya Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ′ê û El-Nusra hat. Guman hene ku di êrîşa li ser gund de gazên jehfî yan madeyên kîmawî hatibin bikaranîn. Di encamê de gelek sivîl bandor bûn û li nexweşxaneya Avirîn têne dermankirin. Li hember vê yekê civaka navneteweyî bêdeng e.

ŞÊREWA

Artêşa dagirker û çeteyên wê di saetên sibehê de ji bajarê Ezazê gundên Cilbirê û Enabkê bi çekên giran topbaran kirin.

ŞERA

Gundê Mêremînê ji saetên sibehê ve ji aliyê dagirkeran ve bi çekên giran tê topbarankirin. Di topbaranê de mizgefta gund hat hedefgirtin û ziyan gihîşt mizgeftê.

Her wiha gundê Sarîncekê û Kobelka jî rastî êrîşên bi çekên giran hat. Li gorî agahiyên destpêkê, jinek û du mêr şehîd bûn. Her wiha birîndarên sivîl hene.

BILBIL

Gundê Hesen Dêra ji saetên sibehê ve rastî tobarana bi çekên giran hat.

RECO

Şêniyên gundê Şadiya ji aliyê dagirkeran ve di bin gefa qirkirin û koçkirinê de ne. Di sala 2015′an de şervanên YPG′ê bi hevkariya koalisyona navneteweyî, komeke çeteyên DAIŞ′ê ji gundê Şiyûx derxistin, çete wê demê reviyan Tirkiyeyê. Di dîmeneke li gundê Şadiya hat belavkirin de, xuya bû ku ew koma çete niha li gundê Şadiya ne, gefên qirkirin û koçberkirinê li Kurdan dixwin. Bi dîmen hat belgekirin.

Va ew dîmen:

Hêzên me li gundên Qudê û Belîlka li dijî noqteyên Artêşa dagirker û çeteyên DAIŞ′ê û El-Nusra du çalakî lidar xistin. Di encamê de li herêmê şer derket, li derdora gundê Qudê 7 leşkerên Tirk hatin kuştin û hejmarek leşker birîndar bûn. Li gundê Belîlka jî 6 leşkerên Tirk hatin kuştin.

CINDIRISÊ

Li derdora gundê Dêwa di navbera hêzên me û Artêşa Tirk û çeteyên DAIŞ′ê û El-Nusra de şer derket. Hat zelalkirin ku di şer de 2 çete hatin kuştin.″