ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li du navçeyên Efrînê şer giran e
Li derdora gundê Şêxurzê yê Bilbilê û gundê Sarincekê yê Şerayê di navbera şervanên QSD'ê û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şerekî dijwar diqewime. Hêzên dagirker her wiha topan diavêjin navenda Efrînê. -
Top li gundên Şiyê tên barandin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, êrîşên xwe yên ji bo dagirkirina Efrînê didomînin. -
NY’yê dîsa li Sûriyeyê ji bo agirbestê hişyarî da
NY’yê, banga agirbesta mirovî kir û destnîşan kir ku ji hefteya borî û vir ve li Sûriye şer hê zêdetir bûye û hişyarî da ku kirîzên mirovî gihiştine asta herî mezin. -
Heyeta Başûrê Kurdistanê serdana Perestgea Eyn Dara kir
Heyeta parlamenterên Başûrê Kurdistanê serdana Perestegha Eyn Dara ya ku ji aliyê ÛNESCO ve di lîsteya Mîrasên Cîhanê de cih digre û di êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê de hatibû rûxandin kir. -
Li derdorî gundê Şêxûrze yê Bilbilê şer giran e
Li derdora gundê Şêxûrze yê navçeya Bilbil a Efrînê şerekî dijwar rû dide. -
Cenazeyê 18 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ spartin axê
Li Efrînê bi merasîmekî bi heybet ve cenazeyê 18 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ li Goristana Şehîd Avesta Xabûr spartin axê. -
QSD: Di nava 23 rojan de 862 leşkerên Tirk û çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 23 rojan a ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku heya niha 862 leşkerên Tirk û çete hatine kuştin. -
Koordînasyona Meclîsa Herêmên Bakurê Sûriyeyê li dijî bêdengiyê nerazîbûn nîşanda
Koordînasyona Meclîsa Herêmên Bakurê Sûriyeyê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Efrînê bêdengiya nerazîbûn nîşanî hêzên navneteweyî da, destnîşan kir ku hê li herêmê kirîzên mirovî rû nedin pêşiya êrîşan bigirin. -
Nasnameya 3 şehîdên Hêzên Asayîşê hate eşkerekirin
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşa Rojava-Bakurê Sûriyeyê nasnameya 3 endamên xwe ragihand ên ku di ‘Berxwedana Serdemê’ de şehîd bûbûn. -
Di êrîşên artêşa Tirk a dagirker de 7 sivîl birîndar bûn
Di encam êrîşa artêşa Tirik a dagirker a li ser Efrînê de 7 sivîl birîndar bûn. -
Li gundê Berkaşê yê Bilbilê malên sîvîlan bû hedef
Artêşa Tirk a dagirker li gundê Berkaşê yê navçeya Bilbilê yê Efrînê malên sîvîlan hilweşand. -
Dîmênê enkaza balefira keşfê ya "Bayraktar" hate weşandin
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê dîmenê balefira keşfê (Bayraktar) weşand a ku ji aliyê şervanan ve hatibû xistin. -
Li Efrînê SÎHA’yek hate xistin
Li Efrînê balafireke keşfê ya artêşa Tirk a dagirker hate xistin. -
Heyeta Başûrê Kurdistanê: Efrîn ne bi tenê ye
Heyeta Parlamentoya Başûrê Kurdistanê ku ji bo piştevaniyê çûbûn Efrînê diyar kirin ku serketina Efrînê wê serketina hemû Kurdistanê be û wiha gotin; “Piştgiriya ji bo Rojava û Bakurê Sûriyeyê erka me ye.” -
Dewleta Tirkiyeyê warên sîvîlan bomberdûman dike
Dewleta Tirk a dagirker ji 20’ê Çileyê û vir ve li herêma Efrînê cih û warên sîvîlan bomberdûman dike -
Efrîniyan peyam dan her kesî: Em Kurd yek in
Li ekranên li navenda bajêr dîmenên çalakiyên YPG/YPJ'ê tên weşandin. Şer bûye parçeyek ji jiyana rojane. -
Li ser gundên Cindirêsê êrîşên hewayî hate kirin
Artêşa Tirk a dagirker gundên Cindirêsê yên Efrînê bomberdûman dike. -
Artêşa Tirk li Efrînê 3 sivîl revand
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku bê navber êrîşî Efrînê dikin, li navçeya Şerayê 3 sivîl revandin. -
Qaşo li Efrînê sivîl nînin
Parka azadiyê ya Efrînê tevî şer jî bi welatiyan tijî ye. Efrînî li gel bomberdûman û êrîşên giran jî bi xwe û şervanên xwe piştrast in. -
Gundiyên Efrînê: Em li vir ji dayik bûn, em ê li vir bimirin
Şêniyên Şera û Şerawa bi biryar in ku gundên xwe neterikînin û dibêjin, "Ev der cih û warê me ye. Em li vir ji dayik bûn, em ê li vir bimirin." -
Heyeta Parlamenta Başûrê Kurdistanê gihişt Efrînê
Heyeta Parlamenta Başûrê Kurdistanê gihişt Efrînê. Heyetê diyar kir ku ew ji berxwedana Efrînê serbilind in. -
Li Şerayê 23 leşker hatin kuştin
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wên yên li dijî gundên Dersuwan, Ereb wêran ê Şiyê û Girê Şîmşekê hate şikandin. Di şer de bi kêmanî 23 leşker û çete hatin kuştin. -
Li Ezazê baregeha artêşa Tirk hate rûxandin
Şervanên QSD’ê li Ezazê bi çekên giran li artêşa Tirkiyeyê ya dagirker da û li vê derê baregeheke wan bi temamî hate rûxandin. -
Balefirên şer bombeyan li ser gundên Şiyê dibarîne
Artêşa Tirk a dagirker bi balefirên şer bombeyan li ser gundên Şiyê dibarîne. -
Artêşa Tirk û çeteyên wê sivîlekî din birîndar kir
Di êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê de sivîlekî din birîndar bû.